ROJEVA 3'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ 2016-10-03 09:00:34 *Zarokên Wanê ji bo reşkirina Zarok Tv'yê xemgîniyên xwe anî ziman û gotin ku daxwaza wan ew e ku Zarok Tv bê vekirine. *Dayika Ayşe Akyûz ya hatî qetilkirin Hamdiye Akyûz diyar kir ku, ferqa bûyera keça wê û Ozgecanê ji hev nîne û got ku divê heman hişyarî li hember keça wê jî bê raber kirin. Hemdiyeyê got ku divê ji bo kujera keça wê bê dîtin tevahî jin hesabê bipirsin. *Jinan bal kişan ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û gotin ku rola Abdullah Ocalan di azadiya jinê de gelek e, ji ber vê yekê tecrîd dê bi pêşengiya berxwedana jinê bê şikandin. *Hûnermendên jin bertek nîşanî girtina tv, radyo, binçavkirin û girtinan dan û gotin k: "Di bin navê OHAL'ê de her tişt li gorî xwe pêk tînin. Êdî her tişt sînora xwe derbas kir." *Koma Erbaneyê ya Navenda Konseya Ciwanan ya Bajêr ji bo piştevaniya Amedsporê û şikandina hişmendiya zayendperestî ya di nav trîbûnan de wê tevlî trîbûnan bibin.