Li gundên Şaxê xebatên tenduristiyê 2016-10-05 14:07:01 JINHA WAN – Li gundên Şaxa Wanê xebatên teduristiyê yên bi wesayîtên seyar despê kirin. Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ligel Meclîsa Jinan a Şaxê xebatên “Wesayîta Tundûrîstiya Mobîl” despêkir. Li gundê Gorendeşt ê yê Şaxê yekem care gundî xizmetek wiha dibînin . Li gundê Gorendeştê nexweşxane tuneye ji ber wê jî gundiyan eleqeyek baş nîşanî wesayîta tenduristiyê dan. Gundiyan keyfxweşiya xwe ya ji bo baldarbûna tenduristiya wan anîn ziman û diyar kirin ku, bijîşk bi zimanê wan dizanin û ew dikarin nexweşiyên xwe bi dilşahî bêjin bijîşkan. (hk/zt)