Îro bi dirûşmeya 'Azadî' dibistanên herêma Şedadê vebûn 2016-10-10 11:41:29 JINHA HESEKÊ- Li herêma Şedadê xwendekaran bi berzkirina dirûşmeya "Azadî" dest bi dibistanên xwe kirin. Piştî herêma Şedadê ya girêdayî bajarê Hesekê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûn, xebatê înşakirinê ji nû ve destpêkir û di encamê de îro xwendekaran li Şedadê bi dirûşmeya "Azadî" dest bi dibistanên xwe kirin. Xwendekar Hedîl Xelef hestên xwe wiha parvekir: "Ez pir kêfxweşim ku dibistana me hate vekirin û em vegeriyan xwendina xwe. Pir kêfa min ji xwendinê re tê û ez dixwazim xwendina xwe berdewam bikim ku karibim xizmeta welatê xwe bikim." Fatma Mihemed jî wiha axivî: "Bi rizgarkirina bajarê me ji destên çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê QSD'ê ve aramî vegeriya bajarokê me û dibistanên me hatin vekirin. Ez pir kêfxweşim bi vî tiştî ku em vegerin xwendina xwe." Xwendekarên bajarokê Şedadê spasiya xwe ji şervanên QSD'ê ku herêma wan rizgar kirine û bi şadiyeke mezin ber bi polên xwe ve çûn. (ee-ls/en/rc)