Banga piştevaniya kermesa ji bo zarokên Geverê 2016-10-24 13:59:26 JINHA WAN – KJA û Komeleya Rojava ji bo piştevaniya bi zarokên Geverê re dê roja pêşemê kermes vekin, her kes vexwendin kermesê. Têkela KJA ya Wanê û Komeleya Rojava ji bo piştevaniya bi zarokên Geverê re dê kermesê vekin. Kermesa ku bêvekirin dê 27-28-29’ê cotmehê berdewam bike. Ji bo kermesa ku dê roja pêşemê saet di 12.00’an de bi tevlîbûna wekîlan, hevşaredaran, rêxistinên navend û navçeyên DBP û HDP’ê yên Wanê li Parka Hunerê bê vekirin têkela KJA ya Wanê agahî da û bang li gelê Wanê kir ku ji bo piştevaniya zarokên Geverê beşdarî kermesê bibin. (zt)