Konfransa Asayişa Jinê bi biryardariya şerê gel ê şoreşgerî bi dawî bû 2016-10-26 10:17:47 JINHA RIMÊLAN- 1'mîn konferansa Asayişa Jinê ya rojavayê Kurdistanê bi dirûşmeya "Şoreşa nekaribe jinê azad bike, ne raste"şevê din bi dawî bû. Di konferansê de nîqaş û biryarên girîng pêşketin. 1'mîn Konferansa Asayîşa Jin ya Rojava bi dirûşmeya "Şoreşa nekaribe jinê azad bike, ne rast e" bi tevlîbûna 500 delege û hejmareke gelek mêvan li Navenda Çand û Huner ya Aram Tîgran hat li dar xistin. Di konferansê de piştî axaftin hatin kirin rapora xebatê Asayîşa Jinê ya salek hat xwendin û nîqaşên girîng hatin kirin. Paşê rêziknameya konferansê hate xwendin û rûnişta konferansê bi girtina biryaran bi dawî bû. Biryarên konferansa Asayîşa Jinê ya Rojava wiha ye: "*Pêşxistina xebatên Asayişa Jinê *Li bajar û navçeyan vekirina navendên Asayişa Jinê *Vekirina Akademiyên perwerdeyê li her sê kantonan *Pêşxistina saziyên ewlehiyê *Xurtkirina têkîliya di navbera rêxistinên civaka sivîl *Zêdekirina endamên Asayişa Jinê" Piştî biryarên Konferansê dirûşmeya konferansê jî li ser pêşniyarê hate guhertin û dirûşmeya konferansê bû "Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî parastinê xurtir bikin." Axaftina girtinê jî ji aliyê Rêvebera Asayişa Gel Ayten Ferhad ve hate kirin. Aytenê keda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo jinê bi bîr xist û bal kişand li ser girîngiya têkoşîna jin ji bo parastinê û wiha got: "Em li Rojava cara yekemîn e bi şoreşa Rojava, bi ruhê Bêrîtanê konferansa xwe pêş dixin. Em ê li ser vê bingehê têkoşîna xwe mezin bikin." Konferans bi dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bê Serok Jiyan Nabe" û gerandina govendê bi dawî bû. (rd/en/rc)