Li Wanê kepenek girtîne 2015-12-20 11:07:13 JINHA WAN - Li Wanê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û opesyonên îmhakirinê yên li Kurdistanê jiyan hate rawestandin. Li bajar hamû kargeh girtîne û ajokaran jî qontaxên wesayîtên xwe girtin. Li Wanê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û terora dewletê ya li Kurdistanê jiyan hate rawestandin. Li bajarê ku ajokaran qontaxên wesayîtên xwe girtin, jibilî firin û ezexaneyan hemû derabe girtî ne. Li bajar hemû kolan û cade vala ne û saet di 12.00'an de gel dê li Parka Feqiya Teyran kom bibe û bi şîara "Azadiya Birêz Abdullah Ocalan azadiya gelê kurd û gelên bindest e" dê meş bê lidarxistin. (zt)