Jinên Silêmaniyê: 27'ê Mijdarê roja azadiya jinan e

14:34

JINHA

SILÊMANIYE - Jinên bajarê Silêmaniyê bi boneya 37'emîn salvegera damezrandina PKK'ê axivîn û gotin: "Azadiya jinan bi hemûn û keda PKK'ê gengaze."

Ev hefteyeke li her çar aliyê Kurdistanê û gelek deverên cîhanê 27'ê Mijdarê salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ê tê pîrozkirin. Weke her deverê li Başurê Kurdistanê jî pîrozbahî hîna berdewam dikin. Jinên bajarê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê di derbarê girtingî û wateya 27'ê Midarê roja damezrandina PKK'ê de axivîn. Jinan dan zanîn ku bi saya PKK'ê û keda 37 salan jin û di kesayeta jinan de civak gihiştiye astek gelek bilind.

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Sinûr Kerîm di derbarê giringiya rojê de got: "Tevgera azadiyê PKK di nav 37 salan de xebatek netewî pêşxstiye. PKK bûye partiyek ku ji bo mirovahiyê tekoşîn dike û bîrdoziya PKKê di hemû welatên cîhanê de belav bûye. Em dikarin bêjin sedema vê jî mijara azadiya jinêye. Rêber Apo jin ji nû ve zindî kir."

Hozan Mediya jî wiha axivî: "Ev roj ji bo me roja vejînê ye. Cejina zayîna Gelane. Em jî wek koma Ş. Berçem tevlî şahiya cejina vejînê a li bajêrê Slêmaniyê bûn. Di şahiyê de welatiyên Silêmaniyê û derdorê eleqeyek gelek mezin nîşan dan û pir baş derbasbû."

Jina ciwan Diyar Reza jî di derbarê wateya rojê de hewa hasên xwe anî ziman: "Di serî de ez 37'emîn Salvegera damezirandina PKK'ê li Rêber Apo û hemû jinan pîroz dikim. Bi tayîbet jî ev vê rojê li gerîlayên ku bedena xwe kirine metal bo azadiya mirovahiyê û ji bo ku em bi xweşî jiyan bikin ser axa xwe pîroz dikim."

Xwişka Şehîd Şoreş Henaw Yasîn jî 37'emîn salvegera damezrandina PKK'ê li hemû gelê kurd pîroz kir û destnîşan kir ku tekane hêviya gel PKK ye û wiha berdewam kir: "Azadiya Rêber Apo serkeftina gelên azadîxwaze. Niha pêwîstiya gelê Kurd ji her demê zêtir bi Rêber Apo heye. Ez slavên xwe heya Îmralî dişînim. Slav li daiykên Şehîdan dikim."

Keça Ş. Bekir Firmêsk Bekir jî dilxweşiya xwe ji bo vê rojê anî ziman û got: "Ez pîrozbahî lî Rêber Apo û gerila dikim. Ez hêvîdarim ev mûnasebe bibe azadiya Rêber Apo."

Ji pêşmergeiyên Tabûra Jinan Şanaz Bekir jî binavê fewca jinan ya Silêmaniyê ev roj li gelê kurd pîroz kir.

Endama koma Şehîd Berçem Ruhêv jî dilxweşiya xwe anî ziman û balkişand ser tekoşîna dinav van salan hatiye meşandin û got: "Bi PKKê rastiya dîrokê derket holê. Mirovahî ji nûve dest bi hebûnê kir. Di vê roja giring de peyama min ji bo ciwanên û tayîbetî jî ji bo ciwanên bi hûnerê re mijûl dibin ewe ku xwedî lî nasname, ziman û hebûna xwe derkevin. Bê guman ev jî bi hebûn û keda PKK'ê pêkane. Bi kinasî bixwaze pênaseyek ji bo PKK'ê bike PKK romanek bê dawiye."

Mamosta Taniya Ebdulkadir jî 27'ê Mijdarê li her kesên xwedî romet pîrozkir û got: "Ez wek jinek bi vê rojê serbilindim. Ev roj roja azadiya jinane. Roja rûmeta gelê kurde."

(şb/zt)