Jinên Efrînê amadekariyên remezanê dikin
16:21
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Jinên Efrînê ji bo hatina meha remezanê amadekariyan dikin.
Jinên Kantonê ji bo hatina meha remezanê diyar kirin ku ew ruxmî dorpêça li ser herêmê jî, bi coş pêşwaziya Remezanê dikin. Saliha Mistefa kêfxweşiya xwe ya hatina Remezanê wiha anî ziman; "Sibê yekemîn roja hatina Remezanê ye. Me hazirtiyên xwe kirine. tevî dorpêçê jî emê rojiyên xwe bigrin. Meha Remezanê mirovan nêzîk hev dike û hezkirinê zêde dike. Li ser fitarê tevahiya malbatê komê hev dibe. Dua têne kirin û duaya me ya vê mehê jî azadiya Rêber Apo ye."
Fatma Mûsa jî ji bo hatina meha remezanê got; "Meha Remezanê di esas de meha aştî û hevkariyê ye. Divê di vê mehê de piranî em li kesên feqîr û belengaz bifikirin. Lê wek tê dîtin ji hêla PDK, AKP'ê ve li ser gelê Misilman ambargo pêk tê. Ev jî asta mislimantiya wan nîşan dide. Ruxmî hertiştî jî emê Remezana xwe bi daxwaziya aştiyê pêşwazî bikin."
Endama Rêveberiya Kongreya Star Asya Menan jî hatina Remezanê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hêzên YPG-YPJ û QSD'ê pîroz kir û da zanîn ew di vê meha pîroz de, lê şertên zehmet ên rojî û germayê de parastina xaka me dikin.
(hs)