Benzîn li malan kirin û şewitandin

16:38

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbîna ku 84 rojin bi çekên giran êrîş berdewam dike benzîn li malan dikin û dişewitînin. Paşê jî hêzên dewletê alayên xwe bi malan ve di daleqînin û hewayê mêtîngeriyê didin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi çekên giran êrîş di roja 84'an de berdewam dike. Li navçeya ku hilweşandin berdewam dike, li taxên Zeynelabidin û Kanikan hêzên dewletê benzîn bi hezaran malan de kirin û agir berdanê. Dema ku pêtên agir ji nava taxê bilind dibû ber bi taxên dinê ve jî diçu, hali sahaya Taxa 8'ê Adarê jî şewitî.

Paşê jî hêzên dewletê li yek yek malên şewitandî digerin, alayên xwe pêve dikin û hewayê mêtîngeriyê didin.

(kom/zt)