Bi hezaran welatiyên qedexe nasnekirin herikîn ber avahiya HDP'ê

17:59

JINHA

AMED - Bi hezaran kes ji bo mîtînga "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" a Qada Îstasyonê ku Walîtiya Amedê qedexe kir li ber avahiya HDP'ê ya Amedê kom bûn.

Fînala mîtîngên "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" li Amedê tê lidarxistin. Mîtînga ku berê hatibû aşkerakirin dê li Qada Îstasyonê bê lidarxsitin ji aliyê Walîtiya Amedê ve hate qedexekirin. Li ser qedexeya kêfî ya walîtiyê mîtîng li ber avahiya HDP'ê ya Amedê tê lidarxistin. Bi hezaran kes ligel qedexeyê herikîn qada mîtîngê. Li qadê pankarta "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" hate daliqandin û bi hezaran kes ên hatin qadê berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê bi dirûşmên xwe ve silav kirin û li hemberî qatlîman hêrsa xwe anîn ziman.

Qada mîtîngê ku gel diherike ji aliyê wesayîtên zirxî û TOMA'yan ve hate dorpêçkirin. Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp bi rayedarên hêzên dewletê ve hevdîtin pêk anîn xwest paş ve vekişin. Piştî nîqaşan hêzên dewletê bi wesayîtên xwe yên zirxî ve ji qadê dur ketin. Bi durketina hêzên dewletê ve ewlehiya qadê HDP'iyan girtin.

Di mîtîngê de bi stranên kurdî ve coşeke mezin tê jiyîn.

(zt)