Ji bo zarokên Nisêbînî lîstoka şanoyê
18:57
Hezîran
5
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Ji bo zarokên Nisêbînî lîstoka şanoyê hate lîstin. Di şanoyê de zarok ji psîkolojiya şer bi demekê jî be dûr ketin û demên kêfxweş jiyîn.
Koma Zim Zim ya şanoyê ji bo zarokên Nisêbînî yên ku ji bajarê xwe koçber bûne lîstokek lîstin. Şano li Mala Gel a Ferhat Kurtay ya taxa Bahçelîevler ya Qoser a Mêrdînê pêk hat. Di şanoyê de bi dehan zarok amade bûn. Zarokên ku bi mehan e ji ber êrîşên dewletê koçberî Qoserê bibûn, demekî kin be jî ji aliyê lîstikvanan rûkenî dîtin û demên kêfxweşî jiyîn.
(kom/zt)