'Em di konan de jî bîn emê ser axa xwe bîn'
09:01
JINHA
COLEMÊRG - Li Geverê her çiqas mal hatibin talan kirin, û hilweşandin jî jin di alternatifiya jiyanê de li Geverê pêşengiya nû avakirina. jinên Gever, terik nekirî û her wiha bi derfêtên xwe li Geverê di nav malên şewatî de dijîn bi vekirina konan jiyana xwe rêve dibin.
Jinên ku mala xwe terik nekirî li ber avahiyên xwe yên şewatî û hilweşayî koneyên xwe bi derfetên xwe vekirine û jiyana xwe di koneyan de berdewam dikin hene, yek ji wan jî Sarya Yaşar e. Sarya gava ku qedexeya derketina kolanan li Geverê hatî îlan kirin bi zehmetî ji mala xwe derket. Sarya anî ziman ku, gava ew ji avahiyê xwe derketî wê mala xwe bicîh hêla, lê gava vegera Geverê bi avahiyek hilweşiyan re rû bi rû man û wiha axivi; "Ez, bi xemginiyek mezin re jî Geverê derketim, gava qedexeya derketina kolanan hat îlankirin ez bi mecbûriyî li vir derketim. Gava ez li avahiyê xwe de derketim min bi zindî hêla bû lê niha avahiyê min hilweşendiye."
Sarya got ku her çiqas dewletê avahiyên me xira kiribin jî ew ê li Geverê jiyanê ni nû ve avabikin û wiha pê de çû; "Lê em dîsa pêşengiya jiyanê dikin ango me niha bi derfetên xwe kon li ber avahiya xwe vekiriye. Em bi zarokên xwe ve her tim xeyalên avahiyên xwe dikin. Jiyana me dê berdewam bike. Em benda alikariya gelê xwe ne, em bi hev re avahiyên ku hilweşiyan bi nû ve ava bikin. Em li hemberî hemû zehmetiyan li virin û dê li vir di nav avahiyên hilweşiyan de jiyana xwe berdewam bikin."
Sarya niha bi derfetên xwe ve bi 8 zarokên xwe re jiyana xwe di konê li ber avahiyê xwe yê hilweşiya de berdewam dike.
(ng-zyd)