'Em zarok û şahîdên salên 90'a nin'
09:02
JINHA
COLEMÊRG - Li Geverê hêzên Dewletê wekî salên 90'an malên welatiyan hilweşandin. Jinên Taxa Meqsûdavayê diyar kirin ku dewletê li Geverê rûye xwe yê salên 90'an nîşanî wan da, lê ew jî zarok û şahidên salên 90'a nin ji bo wê jî dê serî netewîn in.
Li Geverê berxwedana YPS û YPS-JİN 78 rojan li taxa Cumhuriyetê, Orman û Eskî kişlayê û Gongûrê li hemberî hêzên Dewletê bênavber berdewam kir. Li Geverê her çiqas mehek bû şûnde operasyon bi dawî bûye jî hêzên dewletê malên welatiyên Geverê hilweşandin û şewitandin. Jinên Taxa Meqsûdavayê dijîn dan zanîn ku hêzên dewletê dîsa salên 90'î dan jiyan kirin.
Jina bi navê Memîxan di derbarê kirinên niha û salên 90'an de wiha axivi; "Em, di salên 90'an de li ser axa me rakirîn em li Gundê Doskî jiyan salên 90 an em li ser axa me koçber kirin. em koçberî Bajaran kirin. dîsa çawa ku salên 90 an malên me hilweşandibûn şewitandin em koçber kirin niha jî dixwazin me ser axa me sirgûn bikin. Dewlet niha dibêje ku em gihiştin armanca xwe lê şaşe tiştek wisa tune ye her çiqas niha wekî salên 90 an em koçber kiribûn bi zorî em li ser axa me derxistibin jî em axa xwe terik nakîn em şahidên kirinên dewletê ên 90 ane raste emê zehmetiyê bikişin ji bo nû ve avakirinê lê em bizanin ku dê cenazeyên me mirina me li vî bajarî derbikeve em axa xwe warê xwe terik nakîn."
Menîce Aykut, jî wiha axivî; "Em bi zorî li aliyê hêzên dewletê ve li ser axa me hatin koçber kirin. em vê yekê li salên 90'an nas dikîn niha ez bi zarokên xwe ve li bin koneyan jiyana berdewam dikin. lê em axa xwe terik nakîn ji ber ku êdî Dewletê em bi van kirinan hîn kirine em vê yekê qebûl nakin. em gelek xwedî axê ne û em evîndarên axa xwe ne heya dawiyê emê ser axa xwe bîn em wekî salên 90'an axa xwe terik nakîn û koçber na bîn."
(kom/zt)