'Îşkence li kurê min kirine'
09:07
JINHA
MÊRDÎN - Dayika Erkan Benlî Hanim Benlî anî ziman ku beriya kurê wê ji taxan derkeve tiştekî wî nîn bû lê piştî ku ji taxan derketiye îşkenceya giran lê hatiye kirin.
Beriya hefteyekê 42 kesên ku di nava wan de dayik û ciwan hebûn ji taxa Elîka ya Nisêbîn a Mêrdînê ya ku di bin dorpêç û êrîşa dewletê de bû hatibû tehliyekirin. Di dema tehliyekirinê ji aliyên hezên dewletê û çapemeniya navendî ve hin dîmen hatibû kişandin û li wêderê ji aliyê heman hêzan xwestinbûn senaryoya teslîmbûyîna PKK'ê bidin nîşandan. Derketibû holê ku piştî dîmenan heman hêzan ji kesên ku hatin tehliyekirin re gotibûn 'Hun bi xêr hatin dojehê' êrîşên giran hatibû kirin. Yek ji wan kesên ku hatibû tehliyekirin û piştî tehliyekirinê rastî êrîşa tîman mabû Erkan Benlî ê hunermend e. Malbata Benlî bertek nîşanî îşkenceya li hemberî kesên ku ji Nisêbînê hatine tehliyekirin hatiye kirin da û xwest ku kesên ku hatine tehliyekirin serbest bên berdan.
Dayika Erkan Benlî Hanim Benlî aşkere kir ku kurê wê ji beriya 3 mehan û vir ve li Nisêbînê bû. Hanim diyar kir ku li nivîsê kurê xwe piştî ku kurê wê çûye Nisêbînê rast hatiye û wiha got: "Kurê min bi dehan caran rastî êrîşa polîsan ma. Kurê min hunermend e. Dema li Stenbolê bû bi dehan caran tîman ew binçav kir û êrîşên giran li hemberî wî hatin kirin. Li dibistanê mamosteyên wî nijadperestî li hemberî wî dikir. Kurê min carekê din jî hate girtin û 6 mehan di girtîgehê de ma."
Hanim anî ziman ku kurê wê di Nisêbînê de çek hilnedaye û hûnermendî kiriye û got: "Ez bang li Serokomar û Serokwezîr dikim, herduyan bang dikir û digotin 'Werin em destê xwe bidin hev' lê piştî ku kesên li Nisêbînê hatin îşkenceya giran li wan hatiye kirin. Dîmenên kurê min hatin weşandin. Dema nû ji taxan derket tiştekî wî nîn e. Lê piştî ku ew ji taxan derxistin dîmenên wî yên nû hatin weşandin û di wan dîmenan de êrîşî kurê min kirine. Li Tirkiyeyê heq û hiquq nîn e. Piştî ku kamera ji ser kurêmin û kesên din hatine girtin, êrîşên giran li wan hatine kirin. Dest, bêvil, tilî û gelek deverên laşên wan hatine şikandin. Dema tiştên wisa li ciwanan bê kirin wê demê dê ciwan jî serî li hember dewletê hilînin."
Kurê Erkan Benlî yê ku dema nû ji dayik bû bavê wî di girtîgehê debû û ji ber vê yekê paşnavê dayika wî lê hate kirin, Muhammed Gumuş jî di ser rêya kamerayên ajansa me re banga serbest berdana bavê xwe kir.
(kom/zt)