Jinên Qamişlo berxwedana bakûr silav kirin
09:08
JINHA
QAMIŞLO - Bi dehan ji niştecihên taxa Kornîş a bajarê Qamişlo, bi armanca piştvaniya berxwedana Nisêbînê li ser sînor bi dirûşmeya "Berxwedan Jiyane" çalakiyê xwe pêk anîn.
Ji 26'ê meha Gulanê ve gelê bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê bi armanca piştevaniya berxwedana bakûrê Kurdistanê li ser sînora Qamişlo û Nisêbînê çalakî pêk tînin. Bi dehan ji niştecihên taxa Kornîş di çalakiya sînor de êrîşên hovane û polîtîkayê qirkirinê yê dewleta Tirkiyê hember gelê Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopî û Şirnexê bi tundî şermezar kirin. Di çalakiyê de alên YPG/YPJ, TEV-DEM, Kongreya Star, Saziya Malbatên Şehîdan û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate hilgirtin û bênavber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Bakûr", "Bijî berxwedana YPS" hate berz kirin. Jinên di çalakiyê de berê xwe dan Nisêbînê bi tilîlî û çepikan piştgirî dan berxwedana Nisêbînê. Zarokên Qamişlo bi nîşana serkeftinê li pêşberî Nisêbînê sekinîn û bi dengek bilind dûruşmeyên "Bijî Serok Apo" berz kirin. Di çalakiyê de di serî de endama Meclîsa taxa Kornîş, Şîlan Kesab axivî. Şîlan bal kişand ser rûhê hevpar û netewî yê di navbera bakûr û Rojavayê Kurdistan û wiha got, "Kurdistan yek parçe ye, bi biratî û yekgirtinê em ê bi ser bikevin."
Li ser navê Kongreya Star, Rabîa Zilfo jî da zanîn ku gelê Kurd ne wek berê ye ku were xapandin, an jî parçekirin û wiha pêde çû, "Em divê bi yekdengî têkoşîn bikin. Lê em çapemeniya cîhanê jî şermezar dikin ku hovîtiya rejîma faşîst a Tirkiyê nadin. Gelê Kurd, em êzingên vê şoreşê ne û em ê bi agirê xwe dijmin bişewitînin. Em serê xwe tucar netewînin. Bijî YPS, YPS-JIN."
Li ser navê Şaredariya Qamişlo, Şêrzad Enter jî axaftinek kir. Şêrzad got, "Em bi ser navê şaredariyê piştgiriya Bakûrê Kurdistanê dikin. Çawa ku Bakûr ji Rojava re bû palpişt, em jî ji Bakûr re palpiştiyê bikin. Em li tenişt Bakûr in. Em soza vê didin."
Piştî axaftinan dîsa çalakvanan berê xwe dan Nisêbînê û li ber stranên şoreşgerî, dirûşmeyên "Bijî Berxwedan" berz kirin.
(en-rs/rc)