Li Stenbolê di Kursa Kuranê de îstîsmara zayendî ya sîstematîk!
10:17
Rojda Oguz/JINHA
STENBOL - Di navbera zarokên ku li Sançaktepeyê li mizgeftekê dersa Kurana-Kerîm dibînin, bûyera îstîsmara zayendî hat jiyîn. Îstîsmara ku bi awayekî sîstematîk hatiye jiyîn, ji aliyê meleteyê mizgeftê ku ji zarokan berpirse hat redkirin, lê rapora ku pedegogan amadekiriye îstîsmarê aşkera dike.
Piştî bûyerên îstîsmarê yên li saziyên girêdayê Weqfa Ensar hatin jiyîn şûnde ji aliyê civakê de ‘bandora pergala perwerdeya girtî ya li ser zarokan’ hat lêpirsîn kirin û vê carê jî xwe li mizgeftekê da dest. Li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê 3 zarokên ji bo perwerda olî diçin dersê, li du zarokên ku dîsa ji bo perwerde hafiziyê diçûn perwerdê îstîsmara zayendî kirin. Zarokên ku ji aliyê zarokên ku çend salan ji wan mezintirin ve bi awayekî sîstematîk rastî îstîsmarê hatin, bi rewş û tevgerên wan re guherîn derket holê. Malbatên zarokên ku rastî îstîsmarê hatin mijarê dibin ji meleyê mizgeftê M.K. û mele bersiva ‘Di navbera zarokan de tiştên wisa dibe, ger bûyer bê bihistin wê zirarê bide mizgeftê.’ da.
‘Divê wek lîstik bê nirxandin!’
M.K, Y.S û M.Ş ku îstîsmara zayendî kirin, li dozgeriyê di îfadeyên xwe de îdia red kirin û zarokên tên darizandin di yekemîn runiştina doza xwe de îdia kirin ku zarokên hatine îstîsmarkirinew hedef girtine. Di pêşketina runiştinê de got divê M.K û M.Ş ku bi hinceta ‘were em lîstikê bilîszin’ hevalê xwe îstîsmar kirine, bila bên cezarkirin û Y.S jî ji ku delîlên têr tine bê beratkirin. Parêzerê gumanbar M.K û Y.S jî got mizgefet cihekî qelebalixe û tevî vî bûyera îstîsmarê hatibe jiyîn jî ev divê wek lîstikekê bê nirxandin.
Lêpirsîna têkildarî mele de hat girtin
Doz bi payîna raporên ji nexweşxaneya rûh û sînîr wê bên, berdewam kir û di seranserê dozê de ya herî zêde bal kişand, têkildarî meleyê ji zarokan berpirs de ti tiştek nehat kirin. Têkildarî M.K ku peyira Xatibiya Meletiya Camiyê dike de tenê Diyanetê lêpirsînek da destpêkirin. Di lêpirsînê de jî hat gotin ku ‘ti sûcdariyek tine’ û hat girtin.”
‘Çima lêpirsîn hat girtin?’
Ji parêzerên dozê Neslîhan Yildiz jî got îbareya ‘Ti sûcarî tine’ rast be jî, M.K ji bo bûyer neyê bîhistin malbat tehdîd kirine. Neslîhanê diyar kir ku got lêpirsîna ji aliyê Diyaneyetê ve derbarê M.K de hatiye vekirin çima bi lez û bez hatiye girtinê û got: “Ez gotinên wekê, mele gelek xizmet ji bo mizgeftê kiriye, ji bilî pîşeya xwe muteahitiyê dike û dikeve îhaleyan, ji ber kesekî navdare, ew nayê hemilandin, hesiyam. Ne mumkune ku M.K ji îstîsmarê bê agahî be. Ev li qadeke taybet hatiye jiyîn. Divê lêpirsîn bê destpêkirin.”
‘Yê berpirs meleye’
Neslîhanê bi lêv kir ku berpirsyariya mizgeftê M.K eleqeder dike, lê di dersên perwerdeya olî û hafiziyê de sererastkirineke temen tine û got: “Di heman cihê de zarokên 18 salî jî û yên 7 salî jî hene. Di nava vê bêpergaliyê de ji tiştên bên jiyîn, mele berpirse. Di bûyerên bi vî rengî de gumanbar îfadeyên wan her tim dişibin hev.”
Mele mizgeftê diparêze!
Meleyê mizgefetê jî pirsên me berisvand û got ne diyareke ku bûyer li mizgeftê hatiye jiyîn an na û got: “Agahiya min ji bûyerê tine. Min nedîtiye. Ma gelo qezaya tirafîkê bê jiyîn, divê rê bê girtin? Gelo bûyerek wisa bê jiyîn ma divê mizgeft bê girtin? Li ser bûyerek wisa em nekarin mizgeftê bigirin.” M.K, tevî ku rapora doktoran ji bo zarokên rastî îstîsmarê hatine, heye jî îdia kir ku îfadeyên zarokan bi naqokin û got îfadeyên zarokekî biçûk çawa tê qebûlkirin. M.K îdia kir pêkhatina bûyerê divê bi serê mizgeftê neyê derxistin. M.K herî dawî îdia kir ku tedbîrên pêwist li mizgeftê girtine.
(hu)