Jinên Dîlokê yên fistiqan dişkênin: Mêtîngeriyê ser keda me dikin
10:23
Piroz Zırıg/JINHA
DİLOK - Li Dîlokê dema şikandina fistiqan hatiye. Ji jinên Dîlokê yên li taxên ferqîr dijîş Adile Tekin diyar kir ku di şikandina fistiqan de mêtîngeriyê ser keda wan dikin.
Jinên Dîlokê ji bo şikandina fistiqan daketine kolanan. Jinên Dîlokê yên ku ji bo debara mala xwe serê sibê torbên fistiqan dadixin kolanê û dest bi şikandinê dikin mêtîngeriya ser keda wan tê kirin ji JINHA yê re vegotin. Ji jinên taxê Adile Tekin 20 salin karê şikandina fistiqan dike got: "Welatiyê lê vê taxê dijîn piranî kurdin û feqîrin. Derfetên kar gelek kêmin, piranî em li vêderê karkeriya demsalê dikin."
'Dema ku fistiq kêm derkevin ji perê me dixin'
Adile bilêv kir ku karê şikandina fistiqan bi hatina havînê re despêdike û wiha domand: "Em zivistanê vî karî li ber sobê dikin, havînan jî ji ber baxçê me nîne em li nava kolanê dikin. Her serê sibê em diçin ji fistiqciyan torbeyek fistiq digirin, torba di nava 10-12 kiloyandenin. Em rojê 6-7 kiloyan dişkênin. Em çop û qalikên wan jî dixin poşetek cuda û didin xwediyê wan. Dema ku tenê giramek jî kêmbe ji perê me radikin."
(zt)