Navenda Pêwendiyên Dîplomasî kiryarên PDK şermezar kir

11:23

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Pêwendiyên Dîplomasî yê Kongreyê Star têkîldarê serdegirtina REPAK'ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hevgirtinek qirêj ya polîtîkayek qirkirinê gelê Kurd tê pêk anîn.

Navenda Pêwendiyên Diplomasi yê Kongeyra Star derbarê serdegirtina REPAK'ê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Ji dîroka heta niha têkoşîn û berxwedana jina Kurd bi parastina nirxên xwe cewherî û demokratîk di cihanê de deng vedaye. Bi taybetî jina Kurd bi berxwedana xwe bêhempa ji dost û dijmin re bûye nîşana parastina xeta azadiyê. Yek ji hêzên ku hundirê vê dîroka berxwedaniye de cihê xwe, her tim li gel desthilatiyê girtiye û kêlek xeta imha û inkarê li dîjî gelê Kurd disekine, PDK'ê. Carekê din, bi êrişa li dîjî REPAK'ê ku nûnertiya xebata jina Kurd dike, PDK rûyê xwe ya rast derxist holê.

Di daxuyanî de serdegirtina REPAK'ê hat şermezar kirin û wiha hat gotin, "Em, wek Kongreya Star, rêxistin a jinan li Rojavayê, serdegirtinên REPAK şermezar dikin. Em diyar dikin ku ev nîşaneya tifaqa qirêj ya polîtîkayek qirkirinê ya li dijî gelê Kurd e. Em ev operasyona ya PDK li ser REPAK wek êrîşeke li ser îradeya jina Kurd dinirxînin. Pir eşkere ye ku di stratejiya ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn de ji aliyê hêzên serwer ên navneteweyî ve têkoşîna azadiya jinê wek faktorek esasî ya astengiyê tê dîtin."

Daxuyanî bi vî aweyî berdewam kir, "REPAK di mehe adarê 2014 hat avakirin wek rêxistînekê ya legal li Hewlerê xebat pêk tîne. Armanç a wan têkiliyên bi rêxistinên ya jin ya Kurd xurt bikin û di heman demî de, têkiliyên bi rêxistinên ya jin, sivil û mafên mirovan peşbixin, ji bo bikaribin li ser asteyekê navnetewî rewşa jin û têkoşin ya jinên Kurd dayin naskirin. Ev sazî ji aliyê rêveberiya Hewlêrê ve bi awayekî fermi hatiye naskirin û di aliyê girtinê de ti mafê hiqûqî, ti hinceta wê nîne. Di vê rewşê de ne hiqûqa herêmê ne jî ya xebatên raya giştî ya navneteweyî vê qebûl dike. Bi awayekî vekirî derhuquq e. Ji ber vê sedemê em bang dikin ku di serî de netewên yekbuyîn, rêxistinên jin li cihanê, rêxistinên mafên mirovan, ku li hemberî kiryarên li dîjî huquqî ya PDK bertek nişan bidin û bêdeng nemîn in."

(rc)