Operasyona Minbicê li ser çi bingehî hat dest pê kirin

11:37

Wehbê Romî/JINHA

KOBANÊ - Operasyona 'Şehîd û Fermandar Feysal Ebû Leyla', ku bi armanca rizgarkirina bajarê kevnar Minbic û hawirdora wê hatiye destpêkirin bi hemû hêza xwe bênavber dewam dike.

Li Herêma Minbicê ji hêla Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve operasyona rizgarkirinê hatiye destpêkirin. Duh Meclîsa Leşkerî ya Bajarê Minbicê ragihand ku ji bo wefadariya bi Fermandar Feysel Ebû Leyla re, ew ê Oparasyoan Rizgarkirina Minbicê di bin navê Operasyona 'Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla' bidomînin. Di vê çarçoveyê de rizgarkirina gund û mezrayên nû ji bin dagirkeriya çeteyên hov û qirej pêş dikeve.
Gelê ku ji bin dagirkeriyê rizgar dibe dibêjin "Em bibûn lîstokên di destên çeteyan de. Wan çi bixwesta, diviya me bikiribûya. Jiyana me jî bibû wekî cilên reş ê ji neçarî me li xwe dikir."

Ev operasyon çi hedef dike?

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 2'ê Avrêlê ji aliyê ciwan û gelê Minbicê ên Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmenan ve hat damezirandin. Armanca wan a sereke jî ew ku erdê xwe ji destên çeteyan derxin. Bi taybet jî jinên ku rojane di bin zilm û tarîtiya çeteyan de êş dikişînin rizgar bikin. Sedema duyemîn a avakirina meclîsê jî bangewaziya gelên herême yên ku rastî kiryarên hovanê yên çeteyan dihatin bû. Wekî zarokê van gelan çûyina hewara xizm û mirovên xwe erkekî dîrokî bû ji bo wan.

Çi girîngiya bajarê Minbic'ê heye?

Bajarê Minbicê di aliyê erdnîgarî de cihêke gelekî stratejîk e. Dîroke avabûna wê digihêje 4.000 salan. Minbic ku dikeve Rojavayê çemê Firatê ciheke stratejîk di navbera Kantona Kobanê û Efrînê jî teşkîl dike. Ev der wekî keskesora netewan bi hezaran sale di herême de dewlemendî çêkiriye. Hem di warê aborî de, hem jî di warê aliye çand de bûye navendeke gelan. Ev taybetmendiyên wê hiştin ku li gor herêmên dîtir, hîna zêdetir serbixwe bimîne û li dijî dagirkeran serî netewîne. Lê hêzên dagirker tucar jî her xwestin li vir serdestiya xwe ava bikin. Lewma ji rêjîma Baas bigre heta çeteyên hov ên DAIŞ'ê hemû hêzên tarî xwestin bi zilm û zordarî bajêr û gundên hawirdora wê bixin nav pencê xwe de.

Çeteyan ev herêm çawa bikar dianîn?

Minbic, 22'ê Çileya 2014'an de ji aliye çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin û navê bajêr kirin bihûşta fedaiyan. Ji vê bajarê êrîş birin li ser Girê Spî, Kobanê û bakurê Helebê. Dîsa hemû êrîşên hatin û çûn û êrîşên ku li Ewrûpa hatin çêkirin jî li vir birêxistin dikirin. Minbic ji bo çeteyan wekî navendekî leşkerî, Reqa jî wekî navendekî siyasî tê binavkirin. Dîsa bi rêya Cerablûsê çeteyan hemû pêdiviyên xwe yên jiyanî, zexîre û tevlîbûnê digihandin Minbic û li vir wekî navendekî belavkirina hemû tiştan hatibû tanzîmkirin.

Dîsa ji ber derdora bajêr herêmên çiya û daristan tê de zehf e, ji bo veşartina karên qirej ên çeteyan derfetek baş dida DAIŞ'ê. Di şikeftên vê herêmê de DAIŞ hem civînên xwe yên taybet lidar dixist, hem jî karên qirêj wekî firotina jinan û karên fihûşê li vir pêk dianî.

Her ku hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi pêşve diçe, hêvî û kêfxweşiya gelên herêmê jî geş dibe. Ji ber ew dizanin ku rizgariya wan ji cehenema çeteyan ber bi bihûşta azadiyê nêz e. Herî zêde jî jinên Minbicê bi dileke şad li benda hatina hêzên rizgarîkar in.

(kom/rc)