Ji bo yên di îskenceyan re derbasbûyî tedawî nîne!

11:42

JINHA

ŞIRNÊX - Zarokên li taxên Nisêbînê hatin tehliyekirin û di binçavan de çûwal xistin serê û îşkence li wan hat kirin, zaroke ji ber vê çavên wî derb xwar û edeb girti. Dayik Ziynet Algan aşkera kir ku çavên zaroka wê edeb girtiye û hatiye girtin û ev tişt hat gotin: "Doktor ji parêzeran ra diyar kiriye ku 'divê çavên vî zarokî bê emeletkirin' lê zarok hêj nebirine doktor."

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 77 welatiyên sivîl ji taxan hatibûn tehliyekirin, di bin çavan ve çûwal xistibûn serê welatiyan û bi saetan îşkence li wan hatibû kirin, piştre hatibûn girtin û ew biribûn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, demek şînde ew sirgûnî girtîgehên Osmaniye û Tokatê hatibûnkirin. Hat diyar kirin ku welatiyên di bin açvan de hatin îşkencekirin tedawiya wan nehatiye kirin. Dayika Ziynet Algan a ji bo hevdîtinê çû serdana kurê xwe der barê zextên ku zarokên wan pêre rû bi rû mane de agahî da.

Di dîmenan de sax in û piştre îşkence...

Ziynet piştrast kir ku kurê wê H.A. di naa 42 kesên ku ji taxan hatibû tehliyekirin de bûye û wiha pêde çû: "Min kurê xwe di vîdeoyên ku hatin weşandin de nas kir. Di dîmena de rûyê wî tişt pê nehatiye. Lê piştî ez çûm hevdîtina wî ez matmayî mam. Çavê wî yê rastê werimî ye û hatiye girtin. Milê wî di alçiyê de ye. Di milê wî yê din de jî şopên cigare û xortomê heye." Dayik Ziynet aşkera kir ji ber ku kurê wê li gorî polîsan îfade neda ye, bi îşkenceya dijwar re rû bi rû maye û ev tişt got: "Çûwal xistine serê wî. Xwestine wî bi zorê bikin endamê YPS'ê."

Îşkence hat kirin

Ziynet destnîşan kir ku wê di 28'ê gulanê de bi kurê xwe re hevdîtin pêk aniye, kêliyên hevdîtina bi kurê xwe re bi van gotinan anî ziman: "Ez girtim odeyekî û ji min re gotin 'li vir bisekine em dê zarok bînin' û dema anîn kurê min nikaribû li ser piyan bisekine. Li ser wî atletek hebû û di rewşeke xeter de bû. Mi dema ew rewşa wê dît ez matmayî mam. Min tu tişt jê nepirsîn. Min gote got çi mafê we hemû we ew qas îşkence li vî zarokî kir, polîsê li wir bersiva 'Ji wî bipirse, YPS'iyan îşkence li wî kirine' da. Kurê min serê xwe bilind kir û beyî ku bitirse got 'we kir.'"

Ziynet da zanîn ew fikara dê kurê wê sirgûnî girtîgehên wekî Tokat an jî Osmaniyeyê bê kirin. Algan diyar kir ku heke kurê wê bê sirgûnkirin dê, hem ew û hem jî kurê wê dê mexdûr bibe.

(kom/zt)