Ciwanan astengî nasnekirin alîkarî giyandin Cizîrê
11:49
JINHA
ŞIRNEX - Ciwanên ku ji bo piştevaniya welatiyên Cizîrê hatin lê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin ligel hemû astengiyan alîkariyên xwe gihandin navçeyê. Ciwanan banga xurtikirina kampanyayê kirin.
Endamên Federasyona Komeleyên Cinanên Demokratîk (DEM-GENÇ) ên ku ji bo piştevaniya welatiyên navçeya Cizîrê ya Şirnexê yên 79 rojan di bin êrîş û dorpêça hêzên dewletê de man di 2'ê Hezîranê de ji Stenbolê xwestin bê Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin. Ciwanan ligel hemû astengiyan jî alîkariyên xwe gihandin navçeyê. Ciwanên ku bi şîara "Ji Cizîrê heta Geverê ber bi înşakirina xwerêveberiyan" xwestin bên Cizîrê ji ber ku hatin astengkirin mecbûr man vegerin. Endamên DEM-GENÇ'ê li Komîtiya Înşayê re ketin têkiliyê û pereyên ku kom kirine li ser hesabê bankayê gihandin. Tiştên ku hatin kirîn li malbatên Cirê hatin belavkirin.
Endamê DEM-GENÇ'ê Hebûn Sumelî ji bo Cizîr, Sûr, Gever û Nisêbînê banga xurtikirina kampanyayê kir û wiha got: "Em wekî hekû xwendekarên demokratîk û welatparêz ên li Stenbolê xercaneyên xwe ve xwest ji bo welatiyên Cizîrê tiştekî bikin. Bi 12 hezar û 105 TL ê ku me kom kir e ji bo 12 malbatan pêdiviyên malê kirî. Em bang li hemû derûdorên çepgir, sosyalîst, welatparêz dikin ku ji bo kampanyayê bihistiyar bin. Em xwedî li Cizîr, Gever, Nisêbîn û Sûrê derkevin."
(zt)