Navenda Ciwanên Êzidî li Sinûnê hat vekirin

12:26

Arjîn Azadî-Delîla Axîn/JINHA

ŞENGAL- Li navçeya Sinûnê Meclisa Ciwanên Êzidiyên Şengalê hat vekirin.

Meclisa Ciwanên Êzidiyên Şengalê navenda xwe li navçeya Sinûnê ya Şengalê bi şahî û stranan vekir. Di Şahiyê de cîwanên Şengalê, Meclisa Avaker ya Êzidiyên Şengalê, Meclisa Jinên Şengalê, Şervanên YBŞ û YJŞ, Mamoste, navenda çand û hunera Şengalê û gel amade bûn. Endama Meclisa Ciwanên Şengalê Meles Xelîl ji bo vekirina navendê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ji ber ku pêwîstiya ciwanên me bi navendekê hebû da ku rêxistinek çêbibe, xwe naskirinek çêbibe. Heta kengê koletî û bin destî, ciwanên me wê bibe kole û bin dest. Bi taybet pêwîste xwe naskirin îrada xwe naskirin û qebûl kirin hebe. Ciwan pêşengê civakê ne. Barê herî giran li ser milê ciwanan e û bi taybet ciwanê me şengalê pêwîste rê li pêşiya fermanan bigrin. Ji ber di her ali de têye tunekirin û nayê qebûl kirin, ji ber wê yekê me pêwîstî dît ku navendeka ciwanan vekin da kû ciwanên me li kûbin bi karin berê xwe bidin Navenda Ciwanên Êzidiya Şengalê."

Meles da diyar kirin ku Şengal bi xeteriyên pir mezin re ru bi ru ye û wiha dom kir: "Heya nîha 73 ferman hat serê me. Dîvê ciwan parastina nirx û gelê xwe bikin. Ew jî ancax bi xwe rêxistin kirinê re dibe. Em dikarin wisa pêşya fermanan bigrin û hebûna xwe bidomînin. Çanda Êzdatî olekî pir kevnar e û xwedî giringîyekî pir mezin e di diroka mirovatiyê de. Ji bo vê jî parastina ola Êzdatî erkekî dîrokî ye. Îro gelê Êzdî di her çar aliyê dinya yê de belav bû ye. Ji bo ku çanda me di nav çandên cihên ku em çûne tine nebe divê ciwanên Êzîdî xwe nas bike û rêxistinbûna xwe xurt bike da ku em belav nabin, bibin yek û ew jî erka ciwanên Êzidiye. Me li ser axa Êzîdxan navend vekir ku em rêxistinbûnê li vir destpêbikin û bibin pêşeng û li her derê belav bikin. Em hêvîdarin ku ciwanên Êzîdî yên ku li ku derê be bila bibe navendên wisa avabikin û werin gel hevdu. Navendên wisa dibe wesileya xurt kirina yekitiya xwe."

Meles bang li hemû ciwanên Êzidî kir kû xwe rêxistin bikin ji bo pêşî girtina fermana û bes zilim û koletî qebûl bikin.

Cîwanên Êzîdî bi govend girtinê vekirina navenda xwe pîroz kirin.

(kom/zt)