Jin amedene ji bo Nisêbîna dewletê xirakirî avabikin

12:35

JINHA

MÊRDÎN - Jinên ji bo hêzên dewletê bi çekên giran êrîşî Nisêbînê dikin, neçar man ku koçî navçe û gundên derdora Nisêbînê bibin vegeriyane. Piştî dawxuyani ya dewletê ya 'qedexeya derketina kolanan dawîbû' jî ketina Nisêbînê qedexeyê. Jinên Nisêbînê li benda roja ji nû ve avakirina Nisêbînê ne.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê berwxedana rêveberiya cewherî di roja 84'an de ye. Malbatên ku ji Nisêbînê hatin koçkirin piştî daxwiyaniya 'qedexeya derketina kolana' dawîbû jî nikarin vegerin ser axa xwe. Jina bi navê Emîne Huseyin a ku ji Qamişlo ye ji bo êrîşên DAIŞ'ê koçî Nisêbînê kiriye. Emine heya 8'emîn 'qedexeya derketina kolana' ya Nisêbînê li ber xwe daye wiha axivî: "Piştî em li Nisêbînê 3 miha man li vir jî şer dest pêkir, niha em ji ber şer hatin Qoser ê. Ev cara çaraya ku em tên koçberkirin. Li Rojava em dinav şerê herî dijwar de man û ji bo Nisêbînê dilê min dişewit e."

'Em ê dîsa Nisêbînê avakin'

Turkan Çelik anî ziman ku ew dixwaze vegere ser axa xwe û got: "Gotin li Nisêbînê 'operasyon bi dawîbûn' lê hîn jî destur nakin em herin malên xwe. Dema qedexe rabe jî em dizanin mala nîne. Lê em ê dîsa malên xwe avabikin û li Nisêbînê jiyan bikin. Em ê Nisêbînê dest bidin hev û Nisêbînê avabikin.

'Nisêbîn qada jiyana me ye'

Dayika Fadime jî bilêv kir ku ew ê di kona de bijîn lê em dev ji Nisêbînê bernadin û wiha dom kir: "Em dixwazin vegerin ser axa xwe. Nisêbîn qada jiyana me ye. Em dixwazin ev şerê li Nisêbînê bi dawî bibe. Ma em dibînin Cizîr, Gever û Hezex hêzên dewletê aniye çi halî? Gotin li Nisêbînê 'qedexeya derketina kolanan' dawî lê hîn destur nine em herin Nisêbînê. Gelek mirov hatin şewitandin. Me nedît lê dibejin 20 mirov li Nisêbînê jî hatine şewitandin. Bila xwide mafe me ji dewletê re nehelê. Em ê di kona jî jiyan bikin, lê dîsa em dev ji Nisêbînê bernadin."

(dt/zt)