Li Efrînê hemleyê piştevaniyê
12:47
JINHA
EFRÎN- Gelê Kantona Efrînê bi pêşengiya TEV-DEM'ê û Kongreyê Star ji bo şervanên YPG/YPJ'ê xwarin amede dikin û rêdikin eniyê şer.
Li Kantonên Rojavayê Kurdistanê her ku diçe têkoşîn berfirehtir dibe, berxwedaniya herî mezin jî bi pêşengiya şervanên YPJ/YPG'ê tê kirin. Gelê Kantona Efrînê bi pêşengiya Kongreyê Star û TEV-DEM'ê bi armanca piştevaniya şervanên YPJ/YPG'ê xwarin amede dikin û dişînin çeperên şer. Ligel ambergoya li ser herêmê kampanyên cur be cur tên pêk anîn. Li Efrînê heyveke welatî bi aweyek dildarî piştgiryê xwe bê navber didomînin. Her malbat an jî xwediyên dikanan li gor derfet xwe tevlî kampanyayê dibin.
Îro jî di çarçoveya hemleya piştevaniyê de Kongreya Star û TEV-DEM'ê de şêranî û xwarinên amede ji dikanên bazarê berhev kirin. Ev tiştên ku bi awayeke dildar ji hêla gel ve têne komkirin, ji şervanên ku di eniya şer li berameberî çeteyan li berxwe didin, re tê şandin û wiha jî gel dixwaze kêm be jî, zehmetiyên eniyê bide derbaskirin.
Kampanay alîkariyê dê bidome.
(fr/hs/rc)