Jinên Ciwan bi dirûşmeya ‘Ji Arînê heta Sîbelê em dimeşin serkeftinê’ tên cem hev
13:15
JINHA
AMED – JCA di 12’ê hezîranê de li Amedê bi jinan re tê cem hev û bi şîara ‘Ji Arînê heta Sîbelê em dimeşin serkeftinê’ wê konferansekê pêk bînin. Ji bo konferansê hemû jin hatin vexwendîkirin û ji tecrubeyên parastina cewherî, heta jinên di berxwedana rêveberiyên xweser de jiyana xwe ji dest dane wê bên nîqaşkirin.
Jinên Ciwan ên Azad (JCA) di 12’ê hezîranê de li Amedê bi jinan re tê cem hev û bi şîara ‘Ji Arînê heta Sîbelê em dimeşin serkeftinê’ wê konferansekê pêk bînin. Konferans wê li Sumerparqê pêk bê. Hemû jinên ciwan wê beşdarî Yekêmîn konferansa Herêmî ya Kurdistanê ya JCA’yê bibin . Konferans wê diyariyê jinên ciwan yên li Pirsûs û qadên rêveberiya xweser hatin qetilkirin bê kirin. Di konferansê de wê zext û êrîşên li ser LGBT’iyan bê nîqaşkirin. êrîşên li ser jinan wê bên nîqaşkirin. Parastina cewherî wê bê nirxandin. Endama JCA’yê Şara Akinci got jinên ciwan yên lîse, zanîngeh, yên fabrîqe û kolanan îro têkoşîn azadiya jinê mezin dike.
‘Emê zirxa parastina cewherî li xwe bikin’
Şarayê bi lêv kir ku di van rojên ku têkoşîna jinê û parastina cewherî zêde bûye de bi vê konferansê wê jin bi her alî hêza xwe nîşanê her kesî bidin û got ew wê zirxa parastina cewherî li xwe bikin û konferansê diyariyê jinên hatine qetilkirin bikin.
‘Em şehîdên Pirsûsê jibîr nakin’
Şarayê diberdemamiyê de anî ziman ku salvegera komkujiya Pirsûsê ya 20’ê Tîrmehê de pêk hat nêze û got: “Komkujiya Pirsûsê nêz dibe. Em bi şîara ‘Ji Arînê heta Sîbelê dimeşin serkeftinê’ vê konferansê pêk tînin. Em serhildana şehîdên xwe yên Pirsûsê jî lixwe dipêçin û dimeşin şoreşê.”
‘Em yekem konferansê li Bakurê Kurdistanê pêk tînin’
Şarayê destnîşan kir ku wê ji her çar aliyê Kurdistanê jinên ciwan beşdarî konferansê bibin û wê her cureyê mijarê bê nîqaşkirin û got: “Li dijî zîhniyeta serdest ya mêr, bingeha baviksalarî,heteroseksîzm, çapemeniya mêr, tacîz, tecawiz û dewleta mêr wê zirxa parastina cewherî li xwe bikin û bên cem hev. Em konferansa yekemîn li Bakurê Kurdistanê pêk tînin. Ji Amed, Mêrdîn, Dêrsîm, Dîlok, Meletî, Qers, Bedlîs, Erzgîncan, Elezîz, Sêrt, Riha û Wanê wê gelek jinên ciwan û LGBTÎ wê beşdar bin.”
Şarayê bi lêv kir ku ew we jin wê li her qadên jiyanê hebin û li dijî zext û şîdetê wê bêdeng nemînin. Şarayê got wê li dijî zîhniyeta serdest ya mêr cihên xwe bigirin. Şarayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku beşdarî konfernasê bibin.
(hu)