Cenazê Rozerin Çukur piştî 5 mehan hat teşhis kirin
14:53
JINHA
AMED - Cenazê Rozerin Çukur a ku di 8'ê çile roja înê de ji serê giran birîndarbû û jiyana xwe ji dest da hat teşhiskirin.
Cenazê Rozerin Çukur a 17 salî ku di 8'ê çile de li ber dibistana seretayiya Suleyman Nazif a Taxa Fathipaşa ji serê xwe birîndarbûyî û jiyana xwe jidest dayî hat tespîtkirin. Cenazeyê ku bi mehane ji ber êrîşên hêzên dewletê nekarîn bên girtin, piştî daxuyaniya qediyana operasonê ji cihê hatîn veşartin hatin derxistin. Malbatan 1'ê nîsanê mînakên xwînê dane, piştî demek dirêj li bendê mayînê îro agahî dan. Dozgeriyê xeber da malbatan ku cenaze li Nexweşxana perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê.
Piştî ku malbatê cenaze girt dê bibin Goristana Yenikoyê û ji wê jî ji bo definkirinê bibin gundê Herîdan ê Pîranê.
Hîna ji bo dîtina cenazeyê Hakan Arslan ê di 22 yê çile de jiyana xwe jidest dayî ti agahî nîne.
(zt)