Kongreya Star heyva Remezanê li gelê Misliman pîroz kir
15:00
JINHA
QAMIŞLO-Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî heyva Remezanê li gelên Misliman pîroz kir.
Kongeryê Star bi wesîleyê hatina heyva Remezanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de heyva Remezanê li tevahî gelî Misliman hat pîroz kirin û wiha hat gotin, "Em meha Remezanê li gelê Kurd û cîhana Mislûman pîroz dikin. Bi hatina meha Remezanê re hîn jî kuştin û şerên dijwar ku sivîl tê de dibin qurbanî didomin. Hemû dibin qurbaniyên berjewendiyên hêzên navdewletî û herêmî. Dewletên faşîst ên Tikirye, Îran û Erebîstan ku bi navê Îslamiyetê xwe pênase dikin, hemû kiryarên dûrî exlaqê Îslamê pêk tînin."
Di berdewama daxuyaniyê de tê gotin ku armanca Îslamê hezkirin û jiyana hevpar di navbera tevahî gelan de ye û wiha domkir, "Lê ev hêzên navborî, ji rastiya Îslamê tiştekî wiha pêk nayînin. Gelê Kurd jî yek ji wan gelan e ku ji bo aştiya mayînde ya di navbera hemû netewan de têkoşînê dide meşandin. Ji ber wê heya vê demê Kurd herî zêde rastê komkujîyan tên. Ligel ku ev di Îslamê de wek guneh û tewan tê dîtin. Lê gelê me di meha pîroz a Remezanê jî rastê êrîşên hovane tên."
Di dawiyê daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Em jî wekî Kongreya Star hêvî dikin ku ev meh bibe meha aştiyê û dawî li herikîna xwînê were. Li ser bingeha vê daxwazî û hêviyê divê gel bibin xwedî vîna xwe û ji bo avakirina jiyaneke azad di her gaveke jiyanê de têbikoşin."
(hs/rc)