'Ragihandin eynika rastiyê ye'

09:01

Ronîda Hacî /JINHA

HESEKÊ- Endama Radoyaya FM Xabûr Sozda Ehmed diyar kir ku jin di her xebatê de roleke aktîf a guhertinê girtiye, yek ji van qadan jî ragihandin e.

Endama Radyoya FM Xabûr Sozda Ehmed li ser ragihandin û rola jinê di vê qadê de nêrînên xwe parve kir. Sozda da zanîn ku jin di qada ragihandinê de xwedî rolek aktîfe û got ew xwedî îddîane ku ragihandinê bi nêrîn û perspektîfa jinê pêşve bibe. Sozda got, "Birastî jî cih girtina hejmareke evqas mezin ya jinan di qada ragihandinê de cihê kêfxweşiyê ye. Ji %70 endamên ragihandina Rojava jin in. Bê guman ragihandin pir xebateke cidî ye. Jê re kesayetên xurt, jêhatî û di aliyê raman de vekirîbûn pêwîste. Herî bêtir jî jin dikare di vê qadê de rengê xwe derxîne holê li vir bêtir rastiya xwe û ya civakê jî dinase. Taybetmendiya jinê ya bi wîjdan û hestyar jî dibe sedem ku êş û birînên giran ên civakê nas bike. Ji bo derbasbûna wan jî bikeve nav hewldanê."

'Xebatê Radyoyê bi kedê jinan hat avakirin'

Sozda destnîşan kir ku piranî xebatkarên jin ên li Kantona Cizîrê jinin û wiha pêde çû, "Ji beşa teknîk heya weşan û amadekirina bernameyan tev jin mijûl dibe. Radyoya FM Xabûr jî bi keda jinan hate avakirin. Demekê 3'ê hevalên jin bi tenê tevahiya karên weşanê û rêvebirina radoyê dikirin. Niha jî em tev hevalên jin bi hev re karê xwe dimeşînin."Sozda ji bo xebatê ragihandinê li Hesekê jî wiha axivî, "Di dest pê ka şoreşê de, me demekê bi veşartî kar dikir. Wê demê xebatên ajans û rojnameyê hebû. Hîna bajar ji destên rejîmê nehatibû rizgarkirin. Wê demê rojnameya Ronahî bêtir bi zimanê Erebî bû, beşê Kurdî tê de kêm bû. Me jî rojname belav dikir. Xebatek bi vî rengî dihate kirin. Bi demekê din xebatê radyoya FM jî dest pê kir."

'Xebata ku jin tê de cih bigire, ew xebat serkeftî ye'

Sozda wiha dirêjî da gotina xwe, "Xebata ku jin tê de cih bigire, ew xebat serkeftî ye. Bi taybet di xebatên ragihandinê yên li Rojava dema ku berxwedaniyeke mezin dihate kirin, me jî bi derfetên xwe ên kêm, hewl da hebûna jinê pêşbixin di qadê de. Elbet bi civakê û paşverûtiyên xwe re jî me şer kir. Kedeke mezin hate dayîn. Em nikarin bejin ku ji şoreşê û pêşketinên wê re bûne bersiv. Hele wek jin hîna pir pêdiviya me heye ku xebatê bigihînin asteke bilindtir. Em wek jin dixwazin bi nêrîn û têgihiştina jinê di qada ragihandinê de xebat pêş bixin û vê qadê jî biguherîn in."

Sozda bilêv kir ku raghandin eynika rastiyê ye û wiha pêde çû, "Eger ragihandina li vir jî tune bûya, rastiya şoreşa Rojava dernediket holê . Ji ber vê li cihê ku êrîş li ser rojnamevan û endamên çapemeniyê hebe, li wir rastî têne veşartin. Dewleta Tirkiyê bi dehan hevalên me yên ragihandinê girtine bin çavan. Lê cihê kedkarên çapemeniyê ne li girtîgehê ye. Li gel wê jî em dizanin ew hevkarên me dê li her derê, heta li girtîgehê jî ji rastiyê re bibin çavkanî."

(rc)