Reqisvanên jin: Bila hemû jin li ser dikê bi azadî bireqisin

09:02

JINHA

AMED – Hunermedên reqsa lîrîk ya Civaka Reqsên Gel ya Modern a Zanîngeha Dîcleyê diyar kir ku wek her derê divê jin li ser sahneyê jî hebin û bang li hemû jinan kirin ku divê hemû pêşdarazan bişikînin û bi awayekî azad li ser sahneyê reqsê bikin.

Hunermendên jin yên di Civaka Reqsên Gel ya Modern a Zanîngeha Dîcleyê de cih digirin bi reqsên xwe balê dikişînin. Jinên reqsvan diyar kirin ku divê jin wek her qada jiyanê, li ser sahneyê jî hebin û reqsa lîrîk ya hestan îfade dike, ji bo hemû jinan pêşniyar dikin. Hunermendan gotin reqsa lîrîk ya ku herîkineke wê ya xweş heye, hemû temaşevanan hestiyar dike û her wiha demên kêfxweş dide jiyîn. Reqsvan hemû di beşên cuda de dixwînin û di pêşbirka reqsê ya navbera zanîngehan de ya li Stenbolê pêk hat de bibûn 5’emîn.

‘Bû parçeyek ji min’

Reqsvan Ayşegul Uçkardeş ku Endezyariya Makîneyê pola duyem dixwîne çend meh berê dest bi reqsa lîrîk kiriye û got ev dema kurt ji bo evîndarê vê reqsê bibe, têr dike. Ayşegulê wiha got: “Me çend meh berê dest bi vê xebatê kir. Me dizanîbû pêşbirk hene lê me ji bo yekemînbûnê xebat nedikir. Me ev ji bo xwe û piştre bo temaşevanan dikir. Li gorî ekîbên din kêmasiyên me zêde bûn. Lê me reqs derbasî temaşevanên xwe kir. Ez gelek ji reqsê hez dikim. Ez beşek din dixwînim lê ezê heta dawiya jiyana xwe berdewam bikim. Ev bû parçeyek ji jiyana min.”

‘Pêşdarazan bişikînin û bireqisin’

Ayşegulê bi lêv kir ku reqs bixwebawerbûnê dide jinê û got: “Ji ber ku li ber civakê tê kirin. Zimanê beden tê bikaranîn. Ti neçarî wê hestê bidî mirovan. Ji ber vê reqs bixwebawerbûnê dide mirovan. Di alî pozîtîf te gelek tiştan dide mirovan. Gelek kes ji ber pêşdarazan bi fikranin. Lê ger hun ji karekî hez bikim divê hun wan dîwaran hilweşînin. Ger ti bixwazî divê ti wan zincîran bişikînî.”

‘Ez hemû jinan vexwendiyê reqsê dikim’

Xwendekar civaknasiyê Pinar Kuçukkaya jî got ew gelek ji vê reqsê hez dike û got li Tirkiyeyê erênî li reqsê nayê nihêrtin û got: “Ji ber ku dema mêr û jin dest didin hev ditirsin. Lê ev mirov ji bo hunerê pêşkêş bikin vê dikin.”

Cureyek modern

Pinarê bi lêv kir ku reqsa lîrîk li herêmê zêde nayê nasîn û got ji ber cureyek moderne biyanî tê dîtin. Pinarê destnîşan kir ku jin çawa li kolan, dibistanan hene divê li ser sahneyê jî hebin. Pinarê got ew bang li hemû jinan dike ku li ser sahneyê bi awayekî azad bireqisin.
Tuba Ay jî nû dest bi reqsê kiriye. Tubayê got reks kêfê dide wê û got wê heta dawiyê berdewam bike.

(hu)