Li Elmanyayê rojnamegerên jin û çapemeniya mêr

09:05

JINHA

AMED - Rojnamegera Elman Cora behsa rastiya çapemeniyek ku mêr diparêze û jin cidî nayên girtin kir û got: “Ji bo mezikirina piştevaniyê wek pêngava yekemîn divê ajansek wek JINHA’yê li Elmanyayê bê avkirin.JINHA ji bom e mînakek gelek baş e.”

Rojnamegerên jin ku pîşeyeke piraniya wê mêr têde dixebitin, edîtorya û karên nivîsê de mêr dixebitin, dikin û li qadê û navendên nûçeyan bi hegemonyaya zîhniyeta mêr re rû bi rû ne. Ajansa me JIHNA li dijî zayendperestiyê û zîhniyeta mêr yek ji mînakên herî girîng a rêxistinbûna jinê ye û di nûçe û zimanê xwe de bi nêrîna jinê dixebite. JINHA ku di cîhanê de mînakek yekeme, ji aliyê rojnamegerên jin ve rastî eleqeyê tên . Rojnamegera serbest Cora ku ji Elmanyayê hat amedê jî wisa difikire. Cora pirsgirêkên ku dijîn û têkoşîna di çapemeniya mêr de dide vegot û got JINHA ji bo wan mînakek gelek başe.

‘Li tiştên ku em dikin nanêrin’

Cora ku li Berlînê dijî ev 7 sale rojnamegeriyê dike û bi radyovaniyê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre di rojnameyekê de dixebite, piştre rojnamegeriya serbest dike. Corayê got hevpîşeyên wan yên mêr wan cidî nagirin û got bi giştî qada çand û hunerê didin jinan. Corayê got: “Nûçeyên siyasetê pirtir mêr çêdikin. Di alî dîtbariya me de her tim şîrove tên kirin. Yanî li tiştên ku em dikin nanêrin. Li dîtbariya me dinêrin. Rojnamegerên extiyar wisa difikirin. Lê yên ciwan wisa nafikirin.”

‘Mêr tê parastin’

Corayê da zanîn ku salek û nîv berê rojnamegerek jin ji aliyê siyasetmedarekî ve rastî êrîşa zayendî hatiye û got: “Vê bûyerê ji amîrê xwe yê mêr re dibêje. Amîr di nûçeyê de ev jin sûcdar kir. Me li ser vê bûyer protesto kir. Rojnamegerên mêr gotin ev ne îstîsmare, rojnamegera jin xesase. Lê rojnamegerên jin gotin na.”

‘Wek mal li jinê dinêrin’

Corayê bi lêv kir ku helwesta zayendperest ya çapemeniyê ya li ser jinê her tim tê dîtin û li bajarê Kolnê penaberan li dijî jinan êrîşa zayendî dikir. Corayê got: “Vê nûçeyê di çapemeniyê de cih girt lê ji ber mijar penaber bûn, berfirehî cih nedanê. Bertekên wekê ‘Biyanî tên jinên me tacîz dikin’ hebûn. Di vê rewşê de jin wek mal tên bikaranîn.

‘JINHA mînakek baş e’

Corayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tevî vê jin derdikevin kolanan û di çapemeniya civakî de jî çalakiyan dikin. Bi kampanyayan ji rayagiştî piştgirî tê girtin. Ji bo ev piştevanî mezin bibe divê ajansek wek JINHA’yê li Elmanyayê bê avakirin. JINHA ji bo me mînakek baş e.”

(hu)