Şevên Kobanê jî bi qasî rojên wê zindî ye

09:06

Zahîde Ehmed, Rebîa Êto/JINHA

KOBANÊ - Li Kobanê ne tenê roj giyaneke dubare girtine, şevên wê jî bi rewnaq û livûtevgera jinûve avakirinê dagirtîne.

Dema hemwelatî zivirîn Kobanê, wan bixwe jî hêvî nedikirin ku wê carek din li Kobanê jiyan were ava kirin. Di dema desthilatdariya Rejîma Baas'ê de Kobanê ji piraniya xizmetên sereke bêpar bû. Beriya şer jî eleketirîk û av li ser hatibû qutkirin û pirsgirêkên aborî dewam dikirin. Piştî şerê Kobanê bi dawî bû û gel vegerî ser axa xwe wisa dihizirîn ku dê dîsan bi heman şêwayê bijîn. Lê belê sazî û dezgehên Kobanê bi hêza ku ji rizgariya bêmînak a lehengên xwe wergirtin, ketin nava liv û tevgerê, dest bi binesaziya bajar kirin. Bi rizgarbûna hemû bejahiya Kantonê ji hêla hêzên YPJ-YPG'ê re, şervanan berê xwe dane bendava Tişrînê û hewldan ku jiyana hemwelatiyan vegerînin rewşek asayî. Piştî 4 salan Kobaniyan hatina elektirîk û avê bi şadiyeke mezin pêşwazî kirin.

Li vir jiyan ji tunebûnê tê afirandin

Ev bû salek ku li Kobanê jiyan hêdî hêdî asayî dibe. Êdî mirov diwêrin ku bi roj û şev li ser kar bimînin jiyanê bidin domandin. Li vir jiyan di nava rojê de bi awayekî bênavber ji bo înşakirinê tê meşandin. Ji serê sibê di demjimêr 6 û 7'an de her kes dest bi ji nû ve avakirina cihên ku bi destên çeteyên DAIŞ û hevkarên wan dewleta Tirk hatibû hilweşandin, dikin. Zarok bi kelcaneke mezin di nava kolanên ku bi derfetên kêm ên şaredariyê hatine paqijkirin desti bi lîstokê dikin û reng didin jiyanê. Zarokan kolan ne tenê kirine ciyê lîstokan, di heman demê de kirine dibistan û di leystoka zarokan de tişta herî zêde bala mirovan dikişîne ew ku di destên hemû zarokan de çekên ku ji xwe re ji daran çêkirine û herkes parastina xwe û hevalên xwe dike. Lîstokên zarokên vî welatî jî naşibihin lîstokên zarokên cihê dîtir ên cîhanê. Li vir zarok jî didin diyar kirin ku bêyî parastinê jiyan nabe. Li Kobanê bi şev jî jiyan naraweste di nava hemû warên jiyanê de keda ji nû ve avakirinê tê dayîn li warên kobanê jiyana bi şev rengi dide jiyana roj û dibe mizgînî ji boyî derketineka rojek nû. Zarokên îro dibin mizgîniya pêşerojê û wê şahidiya jiyanek nû û welatek nû bikin.

(bs/rc)