Bi peyamên civakî wê mafên jinan mîsoger bikin
09:08
Gulan Botan/JINHA
DERÎK – Hevseroka Meclîsa Damezrîner ya Federal Demokratîk ya Rojava-Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusuf, têkildarî Peymana Civakî ya amadekariyên wê berdewam dikin de ji ajansa me re axivî û got di nîqaşên peymanê de hatiye dawiyê û got: “Em hedef dikin k udi 15’ê Tîrmehê de bi dawî be. Bi peymanê re wê mafê jinan bikin bin garantiyê.
Pergala Federal Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, ji bo amadekirina Peymana Civakî ev du mehe li gelek bajarên Rojava civînên gel pêk tîn û nêrînên gel girtin. Hevseroka Meclîsa Damezrîner ya Federal Demokratîk ya Rojava-Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusuf got: “Di 16-17’ê Adarê de di civîna lijneya meclîsa pergala federal de ji bo lijneya rêveber û xebatan çar komîte hatin avakirin. Ji van komîteyan belkî ya herî girîng amadekirina peyaman civakî bû. Em niha jî li ser pêşnûmeyên pêşkêşî meclîsê hatin kirin dixebitin. Ji bo vê jî em nûnerên Ereb, Suryanî, Asurî, Çeçen û Tirkmen re hatin cem hev. Me xwest nêrîn û îradeya her kesî hebe. Me aliyên xwe yên hevpar derxistin holê. Niha em mînakên her qadê datînin ber xwe û nîqaşan dimeşînin. Di encama nîqaşên mehekê de me biryarên girtîng girtin.”
‘Pergala Federal wê bi hêza yekitiya civakî bê avakirin’
Hediyeyê got pergala ku yekitiya gel esas digire, di rêgezên wê yê yekem de çûne hevpar bûnê û got hevoka pêşî ya danezane peymana civakî; yekitiya gelan, azadiya neteweyan, pergala demokratîk û aliyê netewe demokratîkbûnê esas tê girtin.Pergala Federal Demokratîkbûnê wê xwe bispêre hêza yekitiya civakî û xwe Înşa bike. Di alî peywir û hedefan de hevparbûn pêk hat. Li aliyê din mijarên wekê mafên hemû gelên li Rojava wê çawa wek hev be, wê xwe bispêre kîjan hiqûq û qanûnî zelal bû.”
‘Nêrîna jinan û dengên jinan wê esas bê girtin’
Hediye li ser girîngiya beşdarbûna pergalê ya jinê sekinî û wiha pê de çû: “Em bi taybet li ser mijara ku wê jin çawa di pêvajoyê de cih bigirin sekinîn. Rola jinê wê çibe, me nîqaş kir. Maf dide jina ku pergala xwe ya konfederal ava bikin. Di biryarên qada azadiya jinê de wê nêrîna jinê bê girtin.”
‘Wê mafê jinê bike bin garantiyê’
Hediyeyê bi lêv kir ku wê civak serdestiya mêr û zÎhniyeta zayendperest derbas bike û bigihêje zîhniyeke zayendiya wekhev û ev jî wê ji bo pêşketina demokrasiyê rolek girîng bilîze.Hemû astên pegalê xwe dispêre xebatên hevserokatiyê. Di hemû biryaran de wê jin wek hevserok beşdar bibe. Jin wê mîsyona pêşengiyê bilîze û ev jî wê bibe temînat û hêza pêşeng a civaka demoratîk. Mafên jinan wê bikeve bin garantiyê.”
Hediyeyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku peywirek mezin dikeve ser milê jin û ciwanan got divê hemû jin xwedî li pergala federal derkevin.
(hu)