HPC-JIN bûye navendê her netewî
09:08
Şînda Abdulah/JINHA
DIRBÊSIYÊ - HPC-JIN ku bûye navenda ewlehiya jinan, balê tevahî jinan dikêşe. Jina Ereb Kîfah Xelîl li Dirbêsiyê cihê xwe di HPC-JIN'de digre û dibêje ku ew ji bo parastina xwe cihê xwe di nava HPC-JIN'de digre.
Hêzên Parastina Cewherî a Jin HPC-JIN li Rojavayê Kurdistanê her ku diçe xebatên xwe ên ewlehî di nava civakê de bi rêxistin dikin. Li bajarê Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê jina Ereb Kîfah Xelîl (45) zewiciye û dayîka 4 zaroka ne. Kîfah diyar kir ku ew ji bo parastina xwe û nasnameyê xwe cih di nava HPC-JIN' de girtiye û wiha got, "Ez jinek Erebim. Bi dest pê kirina şoreşa Rojava re di her çalakî, meş û merasîmê de amede dibim. Ji ber ez vê şoreşê wek şoreşa gelan û bi taybet jinan dibînim."
'Bi tevlîbûna HPC-JIN min helwesta xwe li hember şîdetê diyar kir'
Kîfah balkişand ser êrîşên hêzên desthilatdar û çete ya li hember jinan pêk tînin kir û wiha domand, "Wekî tê zanîn piraniya êrîş li ser jinan tê kirin. Jin tê revandin, tê kuştin û her cure zilm lê tên kirin. Min li beramberî şîdeta li ser jinê, çi ji hêla çeteyan, çi jî di civakê de min xwest ez helwesta xwe nîşan bidim. Lewma ez tevlî HPC-JIN bûm. Wiha ez dixwazim parastina xwe wek jin bikim. Ez bawerim ku jin bikaribe xwe biparêze, dê bikaribe civaka xwe biparêze û wiha jî dê wekhevîtî û biratiya gelan xurt bibe."
'Parastin kêfxweşî û baweriyê mezin dike'
Kîfah da zanîn ku jinên Ereb mîna jinên Kurd perwerdeyên leşkerî û siyasî dibînin û wiha pêde çû, "Ez li kêleka perwerdeyên heyî, perwerdeya zimanê Kurdî jî dibînim. Ez dixwazim fêrî Kurdî bibim. Em mil bi mil tevî hevalên xwe yên jin xebat dikin. Em derdikevin dewriyeyên kontrole û tevlî hemleyan dibin. Ev ji bo me cihê kêfxweşî û baweriyê ye." Kîfah di dawiyê de bang li tevahî jinan kir ku di warê xwe parastinê de bi rêxistin bikin û wiha got, "Ez bang li hemû jinên Ereb û Sûriyan dikim ku tevlî HPC-JIN bibin, ji bo wek jin em parastina xwe bikin."
(rc)