Jin ne makîneya zarokane!
10:05
JINHA
WAN – Wezîrê tenduristiyê Recep Akdaş piştgirî dabû gotinên zayendperst yên serokkomar Tayyîp Erdogan yên li hember bedena jinê. Jinên Wanê bertek nîşanê vê dan û gotin: “Em gotinên ku heta odeya razanê ya jinê diçe qebûl nakin. Divê jin bertekê nîşanê vê bidin. Jin ne makîneya zarokane.”
Di demên dawî de serokkomar Tayyîp Erdogan gotinên wekê ‘ Dibêjin plansaziya nifûsê, kontrola welidînê, ti mislimanek nekare din ava ferasetek wisa de be’ bikaranî bû û piştî vê jî wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag got: “Gotina plansaziya nifûsê û kontrola welîdînê êdî tine. Heta hêza min hebe ezê pêşî li welîdîna sezeryanê bigirim.” Bertekên li dijî vê her tiçin zêde bin. Jinên Wanê jî bertek nîşanê vê dan û gotin ew teqez qebûl nakin. Aktîvîsta KJA’yê Rojbîn Bor ev gotin êdî odeya razanê ya jinê jî dihundirîne, di vê mijarê de ji bilî jinê mafê gotinê ya kesî tine.
Divê jin bertekê nîşan bidin
Rojbînê got gotinên we zîr û serokkomar ti car nayê qebûlkirinê û got divê jin li her qadê li dijî van gotinan berxwedana xwe bilind bike. Rojbînê bi lêv kir ku ev gotin heta odeya razanê çûne û biryara çend zarok çêkirinê, ji bilî jinê kes nekare bide. Rojbînê destnîşan kir ku îradeyeke azad a jinê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serokkomar û Wezîrê tenduristiyê dibe ku nûnerên herî payebilind yê welat bin. Lê di mijara welîdîna zarokan de, sezeryanê de tenê jin dikare biryarê bide.”
‘Ti mafê jinên misliman tine gelo?’
Aktîvîsta Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) Serap Ozunver jî got qanûnên têkildarî mafên jinan de hene lê ev qanûn pêk nayê û bi vî awayî jin tên mêtîngerkirin. Serapê got serokkomar, di alî ku mafê jinan nas neke de roj bi roj gotinên xwe yên nîjadperest zêde dike û got: “Herî dawî got ti mislman nekare bikeve nav ferasetek wisa. Pêkanînên wisa li jinên misliman tê rewakirin. Gelo li vî welatî jinên misliman nekarin îtîrazê binpêkirinên mafan bikin. Divê jin ligel hev tevbigerin û li dijî van gotinan têbikoşin. Divê hemû jin bertekê nîşanê van gotinan bidin.”
‘Ez van gotinan qebûl nakim’
Civaknas Zozan Karaoglan got AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 14 salan de her tim li hemberî jinên gotinê zayendperest bikaraniye û zîhniyeta desthilatdar jin her tim wek xetereyê dîtiye. Zozanê bi lêv kir ku li ti derê cîhanê serokkomarekî derbarê jinê de ev gotin negotine û ev gotin li dijî maf û bedena jinê êşe, divê ti kes vê qebûl neke û bertek nîşan bidin.
‘Kes nekar biryarê bide’
Selma Aydinê jî destnîşan kir ku divê ti kes ji bo jinê gotinên wisa zayendperset nebêje û got: “Em gotinên serokkomar û wezîrê tenduristiyê qebûl nakin. Ez kurdim, mislimanim. Ne serokkomar ti kes nekare tevlî vî karî bibe. Jin ne makîneya zarokanin. Dema vî zarokî bînim dinê, gelo jiyana min dest dide? gelo tenduristiya min dest dide? ez tenê dikarim biryarê bidim. Ti kes nekare biryarê bide.”
(hu)