Meral Çîçek: Wê tu kes nekaribe têkoşîna me yê azadî asteng bike
10:16
Şengar Bradost/JINHA
SILÊMANÎ - Nûnera REPAK'ê Meral Çîçek têkîldarê serdegirtina hêzên PDK'ê ser saziyê nirxand û got, "Bi girtina saziyan û binçavkirina aktivîstan wê nekaribin têkoşîna azadiya jinên Kurd asteng bikin. Divê çerçoveyê de em ê wek REPAK'ê xebatê xwe hîn bi hêztir rêvebibin."
Nûnera Rêxistina Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçek, têkîldarê serdegirtina Hêzên Asayîşa PDK'ê ser ofîsa Rêxistina Têkîliyên Jinên Kurd (REPAK) yê li Herêma Federala Kurdistan nirxand. Meralê diyar kir ku REPAK'ê di Adara 2014'an de hatî avakirin û wiha got, "Ji ber pêdiviyek sereke ev rêxistin hat avakirin. Armanc têkîliyê di navberaa jinan de li her çar aliyê Kurdistanê, Ewropa û Rojhilata Navîn de bihêzkirine. Bi riyê vê rêxistinê têkoşîn, berxwedan û bîrdoziya jina Kurd li tevahî cîhanê tê parvekirin. Me navend li Hewlêrê avakir û nêzî du sale em xebatê xwe pêk tînin. Bi taybet piştî êrîşê DAIŞ'ê ya li hember başûr, navend bibû navnîşana heyetan, rojnamegeran û gelek rêxistinên mafê mirovan."
'Serdegirtinek keyfî bû'
Meralê da zanîn ku di nava du salan de gelek heyetên jin serî li REPAK'ê dane û wiha domanad, "Heyetên jinan ji hevdîtinên bi kampên penaberan ên jinên Êzidî a Şengal heya çûyîna Rojavayê Kurdistanê, ji hevdîtina li gel tevgera azadiya jina Kurd tev agahî ji REPAK'ê digre. Herî dawî em bi nasnameyê xwe tevlî Kongeransa Jinên Cîhanê yê li Nepalê bûn. Me cihê xwe di nava gelek organîzasyonên navneteweyî de girt. Navend li Herêma Kurdistanê bi aweyek fermî hatî avakirin. Tevahî xebatkarên me jî li gorî hiqûqê fermiyetê qeyda wan heye û xebatê xwe pêk tînin. Di warê hiqûqî de tu valatî avanekiriye. Di serdegirtina bi çek de tu destûr ne hatibû girtin. Serdegirtinek keyfî bû. Dest danîn ser nasname û telefona me û destûr nedan em bi tu kesî re bikevin nava têkiliyan."
Bi heman biryarê em ê xebatê xwe rêvebibin'
Meralê anî ziman ku divê gelê Kurd li hember serdegirtin û êrîşan dengê xwe derxin û destûrê nedin ku perçebûn bên kirin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em ê li her qadê bi biryarbûnek bi hêz xebatê xwe rêvebibin. Divê mafê mirovan, rêxistinên civakên sivîl û alîgirên demokrasî û azadî helwestên xwe hember vê rewşê zelal bikin. Ji ber ev êrîş ne tenê li hember me pêk hatiye, di heman demê de êrîşê PDK'ê di pêvajoya dawî de yê li Duhok, Zaxo û Hewlêrê hember navendê jinan zêde bûye. Divê berdewama van êrîşan bên xwendin û famkirin. Bi girtina saziyan û binçavkirina aktivîstan wê nekaribin têkoşîna azadiya jinên Kurd asteng bikin. Divê çerçoveyê de em ê wek REPAK'ê xebatê xwe hîn bi hêztir rêvebibin. Wê tu kes nekaribe têkoşîna me yê azadî asteng bike."
(rc)