Ugur li ser awazên zarokan nemir bû

10:36

JINHA

MÊRDÎN - Xabatên Koro ya Zarokan a Oxurê Nemir ku navê Ugur Kaymaz ê (12) ku li Qoserê bi 13 guleyan hatî qatilkirin berdewam dikin. Berî ku Ugur bê qatilkirin di koroyê de cih digirt û zarokên hevalên wî gotin: "Em ê koroya ku Ugur nîvî hiştî berdewam bikin."

Xebatên Koroya Zarokan a Oxirê Nemir dibin Navenda Çand û Hûnera Şehit Ali Temel ya navçeya Qosera Mêrdînê de berdewam dike. Koro ya Oxirê Nemir navê xwe ji Ugur Kaymazê (12) ku di sala 2004'an de li Qoserê bi 13 guleyan hatî qatilkirin girti ye. Zarok Ugur bi awazan nemir dikin û diyar kirin ku de Ugur hertim di bîra wan de be.

'Stranên ku Ugur nivî hiştin em ê berdewam bikin'

Şiyar Munzur Kaya ev 3 sale li Navenda Çand û Hûnera Şehit Ali Temel di koroyê de li tembûrê dixe. Şiyarê 14 salî got: "Ugur wek me zarokbû, lê hat qatilkirin, ji bo vê jî me navê koroya xwe xist Oxirê Nemir û ji ber vê jî em pir keyf xweşin. Berî ku Ugur Kaymaz bê qatilkirin di koroya zarokan de cih di girt. Lê ji bo ku hat qatilkirin xeyala wî nehat cih. Em ê bi navê wî xelayalên wî yên ku nivî man bînin cih. Em ê bi navê Ugur Koroya Oxirê Nemir bidin jiyandin.

'Em li vir çand û hûnera xwe hîndibin'

Nurjîn Yilmaz (10) jî di Koroya Oxirê Nemirdê cih digire, hem li tembûrê dixe hem vokal dike. Nurjiyan diyar kir ku ew ji muzîkê pir hez dike û ew dixwaze bibe mamosteyê muzîk ê û got: "Ez di Koroya Oxirê Nemir de perwerda muzîkê baş dibînim. Ezê di navbera dibistanê de jî hatina Navenda Çand û Hûnera Şehît Ali Temel berdewam bikim."

'Em hîn dibin bi zimanê xwe stran bêjin'

Rojbin Yilmaz a ku ew jî di koroya Zarokan de cih digire wiha axivî: "Ev mihake ez di koroyê de perwerde dibînim. Perwerda li dibistanê û ya li Koroya Oxirê Nemir pir ji hev cudaye. Ez li vir hînî gelek tiştan dibim. Ez li vir hînî staranên bi zimanê xwe bûm. Bila hevalên me jî werin li vir hînî ziman û çanda xwe bibin. Çanda me dîroka me pir dewlemende. Em hînî çand û hûnera xwe dibin. Em naxwazin çand û hûnera me bê jibîrkirin."

Ayten a ku 5 mehe di koroyê de cîh digire jî diyar kir ku ew ji sitranên bi zimanê xwe gotinê pir hez dike.

(dt/zt)