Dayika Rozerin: Keça min şehîda Kurdistanê heqê min li te helal be

10:56

JINHA

AMED - Malbata Rozerin Çukur a ku di berxwedana dîrokiya Sûrê de jiyana xwe jidest dayî piştî 6 mehan cenazê wê girtin. Ji bo definkirina cenazê Rozerin bi sedan wesayît ber bi Pîranê ve ketin rê. Dayika Rozerin Fahriye Çukur got: "Keça min şehîda Kurdistanê heqê min li te helal be."

Malbata Rozerin Çukur a 17 salî ku di 8'ê çile de li nava berxwedana Sûrê ya dîrokî de jiyana xwe jidest dayî duh cenazê wê ji Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê girtin. Dema ku cenazê wê ji nexweşxanê derxistin dayika wê Fahriye Çukur bi lorînên kurdî Rozerin vedigot. Fahriye ji bo keça xwe Rozerin wiha wiha digot: "Keça min şehîda Kurdistanê heqê min li te helal be. Şehîd namirin."

Cenazê Rozerin bi konvoya ji sedan wesayîtan li gel malbat û hevalên wê ber bi navçeya Pîranê ve ketin rê.

Dê cenaze li gundê Herîdan bê definkirin.

(zt)