Rewşên ‘bi êş û birîn’ yên jinên dibin xwe: Pembe Kizil
11:14
Ceren Karlidag/JINHA
STENBOL- Nivîskar Melîke Belkis Aydin ku di demên dawî de bi serkeftinên xwe balê dikişîne di rojên borî de pirtûka wê Pembe Kizil hêjayê xelatê hat dîtin. Melîkeyê diyar kir ku xwebûn ger têkçûyîn be , ez jinên ku têkçûnê qebûl dike vedibêjim.
Pirtûka Melîke Belkis Aydin ya bi navê Pembe Kizil de di Xelata Çîroka Yaşar Nabî Nayir de hêja hat dîtin. Pirtûk di 2015’an de ji weşanxaneyên Notabene hat derxistin. Di rojên borî de di Xelatên Zanist û Hunerê ya Turkan Saylan de di beşa çîrokan de bi Goksu Baykal re xelta hunerê parve kir. Melîke bi serkeftinên xwe îlhamê dide nivîskarên jin yên ciwan. Melîkeyê li ser pirtûka xwe ya ‘Pembe Kizil’ axivî.
‘Ez vegeriyam geriyam…’
Melîkeyê got wê ev çîrok demek dirêj nivîsiye, berhev kiriye, lêvegeriyaye û dîsa nivîsiye û got: “Edîtoriya pirtûkên Sîbel Oz kir. Sîbel Oz got jin tiştên ku divisînin pir didin sekinandin. Belkî ji bi qasî mêran piştgiriyê nabînin. Pir zêde digerînin. Ya min jî wisa bû. Min pir gerand û vegerand.”
Jinên têk diçin lê berxwe didin…
Melîke di encama hewldanên xwe de pirtûka Pembe Kizil ya ji çar çîrok û 3 beşan pêk tê derxist. Di pirtûkê de jinên ku ji bo ku bibin xwe têdikoşin û ji bo vê her tiştî didin ber çavan dike mijar. Melîke di vê pirtûkê de Frîda Kahlo ku rastiya xwe di tuwalê de nîşan dide, bibîr dixe. Li gorî Melîkeyê xwebûn tiştekî bi êş û birîne û pirtûk jî ji van êş û birînan pêk tê. Li gorî Melîkeyê dibe ku jin nekêfxweş bin, belkî têk biçin lê divê ji bo bibin xwe, berwe didin. Jinên di pirtûkê de jî yên restê dikişînin, yên bêndeng namînin û jinên ji têkçûnê narevinin.
Melîkeyê got navê pirtûkê di biçûkatiya xwe de xistiye torikê xwe û wiha dibêje: “Bi salan berê min jinek dît. Temenê wê mezin bû. porê wê sor bû. Min ew jin carek din nedît. Lê di hişê min de mabû û bû sembola serhildana jinê.”
(hu)