Bi sedan kesan li konê fitarê fitara xwe vekirin

11:19

JINHA

AMED - Şaredariya Peyasê ya Amedê ji bo meha Remezanê li hewşa Nexweşnaxeya Herêmê ya Perwerde û Lêkolînê konê fitarê vekir û di roja ewilî de bi sedan kesên nexweş û malbatên nexweşan fitara xwe lê vekirin. Konê fitarê dê mehekê xwarinê li 1000 kesan belav bike.

Şaredariya peyasê ji ber ku Nexweşnaxeya Herêmê ya Perwerde û Lêkolînê ji navenda bajêr gelekî dûr e konê fitarê lê vekir û di roja ewilî de bi sedan kesên nexweş û malbatên nexweşan li kon fitara xwe vekirin. Di roja ewilî ya fitarvekirinê de mebûsê HDP ya Amedê Nursel Aydogan, hevşaredarê peyasê M. Alî Aydin, endamên meclîsa şaredariya peyasê, rêbeverên HDP û DBP'ê beşdar bûn. Xwarin ji alî mebûsê HDP ya Amedê Nursel Aydogan û hevşaredarê peyasê M. Alî Aydin ve hatin belav kirin û fitara xwe bi gel re vekirin.

(rc)