Ji rojên zêran veguhastin nirxandinên çawa zêr tê derxistin
11:51
Ozgu Ozutok / JNHA
IZMIR- Jinên emekdar rojên xwe ye zêran veguhestin nirxandinên ekoloji, penaber, istismara zarokan. Jin êdî di van rojên hevdîtinê de nîqaşên gava zêr bi siyanû re tê derxistin çawa zirarê dide xwezayê û ji bo vê jî jinan êdî biryardan ku zêr diyarî hev nekin. Jin êdî bi hevdîtinan bi rexistin in.
Hevdîtinên jinan yê li ser navên tasarufe ku borek û qisir di hatin gel hev veguherîn ji bo zêr gava tê derxistin zirarê dide xwazayê biryar dan ku êdî zêr diyarî hev nekin. Di van civînan de ji mijarên penaber û istimara zarokan û di heman deme de jî ji bo zarokên Cizîr û Surê alîkarî kom dikin. Zuhra Yildirim got ku ji bo wan dibêjin 'jinên kedkar' ya rastî ew 'jinên bihestin' û wiha berdewam kir: "Em komek jin di hatin gel hev. Em ê piştî wê biryarda ku em civînan li der ve jî berdewam bikin. Me xwest ev civîn bisûd bin. Em her car rojevêk dinirxînin û nîqaş dikin. Di rojeva me ya seyê mîn de mijara ekoloji hê ye. Di mijara yeke mîn de li hember taciza zarokan parastin ya dûye mîn de mijara zarokên penaber bû. Di hevdîtina me ya din de me biryara komkirina ji bo zarokên Sur û Cizîrê alîkarî da bû. Ji bo em emedarên extiyarin em nikarin herin hemû deran. Em dixwazin bi vî rengî bi rexistin bin."
Zuhra diyar kir ku êdî ew zêr diyarî hev nakin ew behsa meselokê welat dikin û wiha axivî: "Em mirovên ku xeyalên cîhanêk cuda dikin. Me nîqaşên dema ku zêr te derxistin be çawa zirar dide xwaza ye. Em welatêk ku zêr diyarî hev dikin lê ez bawerim piştî van civîna de tukes zêr diyarî hev nekê."
Ayşe Akinci bilêv kir ku ew cara duyem e tevlî civîne dibe û wiha dom kir: "Em li ser mijarêk diyar kirî civîna xwe berdwam dikin. Em fikirîn HDP'ê û HDK ji bo rexistinên taxan wiha peşniyar dikir. Me di civîne de pirsgirekên jinan mijarên ekoloji û hewd niqaş dikin. Ji bo min ev civînên jinan pir baş çebû."
Ayşe anî ziman ku dema jin digihîjîn hev van mijaran nîqaş dikin û wiha berdewm kir: "Em hemû jinên ku ji bûyerên li cîhanê diqawimin baldarin tên gel hev. Di heftiya borî de hevalêk ji Komeleya Pira Gelan hatibû gel me û di derbare penaberan de agahî da. Me li gorî dehata xwe ji bo zarok û jinan tişt sitandin û em li ser mijara ekoloji avixîn. Me zanînên xwe bi hev re parkir. Ev meclîsa jinan wek daxwza min çebû. Li vir jinên ku dema li Kurdistanê qatlîam çedibin û dema ku li Tirkiyê jin bi guleyên polîsan tên qatilkriin bihestin."
Naciye Akyol desnîşa kir ku jin be zanibûn rojên zêran wek tasarruf zanin û wiha got: "Em li vir ser mijarên bê ka zêr çawa tê çêkirin nîqaş dikin. Em di nava kapîtalîste de winda bûne. Em jiyanêk nû ava dikin. Dibe ku rojên zêra baş be lê divê em zanibin dema zêr te derxistin çiqas zirarê dide xwaza yê. Em bawerdikin dema jin bixwaze di hemû karî de serkefti ye."
(dt/zt)