6 gundên girêdayî Minbicê hatin rizgar kirin

13:15

JINHA

KOBANÊ – Di operasyona rizgarkirina Minbicê de 6 gundên din hatin rizgarkirin û 26 çete hatin kuştin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di roja 7. ya ‘Operasyona Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla’ de li baskê Bendava Tişrînê gundê Feres El-Kerbîr û gundê El-Muhdîsê ku 7 km dikevin rojavayê bajarê Minbicê hat rizgar kirin. Li eniya Pira Qereqozaqê jî gundên El-Biwêr, Bor Kîc û gundikek ku 9 km dûrî bajarê Minbicê ne, her wiha gundê Cib El-Kelb ku 2 km li bakûrê riya Reqqa-Qereqozaq e, hatin rizgarkirin.
Di pevçûnên ku li van gundan rû dan de, 26 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û gelek çek, zexîre û alavên leşkerî ketin destê şervanan.

Baskê Bendava Tişrîn û baskê Qereqozaq ên operasyonê bi vê yekê hewl didin ku herêma di navbera xwe de ku firehiya wê 39 km ji çeteyan paqij bikin.

(rc)