Banga şêwirmendiya bi Cafer ê lingê xwe windakirî re

13:38

JINHA

ENQERE - Cafer Altun ê di Mîtînga Aştiyê ya Enqereyê de gotin qey jiyana xwe ji dest dale rakirin morgê lê piştre bi tesadafî hate fêmkirin ku dijî, xwe bi jiyanê ve girêda lê ji ber ku lingekî xwe winda kirine pêwîstî bi alîkariyê heye. Komeleya On Ekîm ji bo proteza ku divê ji bo Altun bê çêkirin a 26 hezar dolar digire kampanyaya "Ji bo rajên xweşiktir... Bi Cafer re gavekî biavêje" da destpêkirin.

Li ser qatlîama Mîtînga Aştiyê ya di 10'ê Cotmeha 2015'an de 9 meh derbas bû. Yek jî çîrokên di vî qatlîamê de mirovan dilirizîne jî çîroka Cafer Altun bû. Cafer ê 24 salî û namzetê mamoste bû. Altun di qatlîamê de bi giranî birîndar û rakirin nexweşxaneyê lê gotin qej jiyana xwe ji dest daye rakiribûn morgê. Bijîşkekî bi tesadufî ferq kir ku dijî. Li ser vê Cafer gelek emeliyat derbas kir û vegeriya jiyanê. Cafer xwe bi awayeke xurt bi jiyanê ve girêda li dijî mirinê têkoşîna jiyanê qezenc kir. Lê bi bandorên ku qatlîamê di bedena wî de pêk anî re têkoşiya, guhhê wî nabihîze, çavê xwe yê rastî winda kir. Di heman demê de piyê xwe yê rastê jî winda kir. Ji bo ku protezekî taybet bê çêkirin pêdivî bi 26 hezar dolarî heye. Li ser vê Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya On Ekîmê ji bo ku Altun bikaribe bimeşe kampanyayek da destpêkirin.

Komeleyê bi navê "Ji bo rajên xweşiktir... Bi Cafer re gavekî bi avêje" kampanya da destpêkirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê komeleyê ve hatiye dayîn de hate gotin ku Cafer hê jî ji mamostetiyê venegeriyaye û ev agahî hat dayîn:"Ji bo ku gavên xwe yên nîvco mayî temam bile pêwîstî bi protezê heye. Movikên wî ji çogê qetiyaye ji ber vê yekê jî taybetiya protezê girîng e. Ev protez ji ber li Tirkiyeyê nayê çêkirin divê ji derveyî welat bê anîn û li vir ji aliyê pisporan ve bê çêkirin. Ji bo protezê 26 hezar dolar pêwîst e. Ji ber kêmasiyên sîstema ewlehiya civakî ya Tirkiyeyê ji bo bi cih anînê me astengî jiya. Çiqas dem derbas dibe masûlkeyên wî jî qels dibin. Me bawer kir ku em dikarin bi hevre vê derbas bikin.

Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya On Ekîmê ji bo pêçandina birînan hewl dide. Em bawer in ku piştgiriya ku bê dayîn dê piştevaniyeke xurtir bihûne. Ji bo rojê nabeş em li pey xwe bihêlin em bang dikin ku bi hev re gav bavêjin."

(zt)