Li gel hilweşandinê jî Silopiya yî malên xwe na terikînin
13:40
JINHA
ŞIRNAK - Dewleta tirk a dagirker li Silopiyê bi hezaran avahî hilweşandin, piştî biryara 'hilweşandina bi lezgîn' de bi dehan maşînên kar anîn Silopiyê, li taxa Şehîd Harun dest bi hilweşandinê kir. Malbatên di meha Remezanê de malên wan hatin hilweşandin, bertek nîşanî hilweşandinê dan.
Di êrîşên qirkirinê yên 37 rojan ku li navçeya Silopiyê ya Şirnexê pêk hat de, bi hezaran avahiyên welatiyan hatin hilweşandin, dewleta tirk a dagirker ji vê yekê jî têr nebû, ji hêla Lijneya Wezîran ve biryara 'hilweşandina bi lezgî' hat dayîn, li taxên wekî Başak û Barbarosê, herî dawî jî li taxa Şehîd Harun dest bi hilweşandinê kirin. Taxên ku bi kepçeyan ketinê, di meha Remezanê de bi sedan mal ji hêla dewletê ve hatin hilweşandin. Şêniyên taxê bertek nîşanî hilweşadinê dan. Dibistana Seretayî ya Fatîhê ya li taxê ji hêla polîsan ve wekî qereqol tê bi kar anîn, dîsa gelek malên li derûdorê jî hatin hilweşandin û ev jî bo sedema fikaran.
Taxê xwe naterikînin
Malbatên ku der barên avahiyên wan de biryara hilweşandinê derketiye, dan zanîn ku wan ji bo di meha remezanê de avahiyên wan neyên hilweşandin, bi qaymeqam re hevdîtin kiriye, lê daxwazên wan nehatine qebûlkirin. Gelek malbatên ku avahiyên wan hatin hilweşandin, dest ji taxê bernedan.
(zt)