Julide Kural: Li hemberî tindiyan divê em li gel hev bin
13:47
JINHA
STENBOL - Di kampanyaya "Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Nobedar" a ji bo rojnameya Ozgur Gundemê hatiye destpêkirin de hunirmend Julîde Kural nobet dewr girt.
Kampanyaya "Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Nobedar" a ji bo piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê hatiye destpêkirin di roa 36'emîn de ye. Nobet hunermend Julîde Kural nobet dewr girt. Julîde bi xebatkarên rojnameyê re tevlî civîna rojevê bû û li ser rojevê nîqaş kirin.
Julide sedema piştevaniya xwe ya bi Ozgur Gundemê re wekî "Ez xwedî li mafê xwe yê ragihandinê derdikevim" îzah kir û wiha got: "Ji bo ku ez azadiya çapemenî, fikr û îfadeyê diparêzim li vir im. Ez hunermendek im û ji rojnamegeriyê fêm nakim lê ji bo xwedîlêderketina mafê xwe yê ragihandinê û mafê civakê yê ragihandinê bûm parçeyekî vî nobetê."
Julide anî ziman ku ji bo mafê ragihandinê divê hemû kes bibin parçeyekî piştevaniyê û bal kişand li ser pêkûtiyên li ser çapemeniya kurd û nirxandina "Li dijî çapemenî, hunemrend, ziman, çanda gelê kurd ji her demê zêdetir pêkûtî hene. Li dijî vî pêkûtiyê divê em hemû li cem hev bin. Hemû azadiyên me her roj ji destên me tên girtin bêdeng mayîn, neaxftin dê bê wateya ku sibehê bedelên giran dayînê" kir.
Julide destnîşan kir ku bi pêkûtî û lêpirsînan ve hemû derûdorên muxalîf tên xwestin ku bênbêzarkirin û wiha axivî: "Bi vî rengî dixwazin civakê bitirsînin. Heke biaxivî tiştekî cuda bibêjî, daxwaza azadî, demokrasî û aştiyê bikî tu dê rastî lêpirsînan bêy piştre jî tiştên cuda bê, dixwazin vê bibêjin."
Julide di dawiyê de banga avakirina eniya demokrasiyê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê em di demeke kin de bên cem hev, eniya azadî û demokrasiyê ava bikin. Heke em hêza xwe bikin yek dikarin hin tiştan biguherînin."
(zt)