'Di bingeh de kooperatîf cihê hevgirtinê ye'
14:38
JINHA
TIL TEMIR - Baxçeyên çandiniyê ên ku di encama xebata kooperatîfê de hatibû pêk anîn îro ji aliyê Rêveberên Weqfa Jina Azad ve hat ziyaret kirin.
Li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê Kongreya Star bi piştgiriya Weqfa Jina Azad berî 3'ê heyvan bi xebatên kooperatîfên çandiniyê ve girêdayî baxçe hatibûn çandin. Îro Rêveberê Weqfa Jina Azad Axîn Amed serdana 12 jinên karker kirin. Axînê diyar kir ku ew bi kedê ku jinan serbilindin û wiha got, "Ji bo bikaribin xebatên kooperatîfan pêş bixin, li pir deran bexçe hatin çandin. Di esas de kooperatîf cihê hevgirtinê ne, ji bo ku jin bikaribin xebata xwe ya aborî birêve bibin. Em bi berhemên xwe hewl didin ku di bazarê de cih bigrin."
Axînê bilêv kir ku baxçe kedê destê jinan nîşan dide û wiha pêde çû, "Heya niha tu pirsgirêk di bexçeyê vir de derneketiye. Lewma ev bexçe dê bibe hêvî ji bo hemû xebatên me yên çandiniyê. Di pêşerojê de dê gavên xurtir û mezintir werin avêtin. Em jî wek Weqfa Jina Azad a Qamişlo amedene ku ji bo pêdiviyên jinan di warê çandinî de her awayê alîkariyê bikin. Gava min li bexçeyên Kongreya Star nêrî, hêvî û şadiya min zêdetir bû. Em hêvî dikin ku ev bexçe bibe hêviyek di pêşeroja me de."
(rh/hs/rc)