Li Şirnex û Amedê 5 cenaze li goristanên bêkesan veşartin
14:45
JINHA
AMED/ŞIRNEX - Cenazeyên 2 jê jin 3 kesên ku di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dan û nasnameyên wan nehatin tespîtkirin di bin çavdêriya tîmên taybet de li Amedê hatin definkirin. 2 cenaze jî li Sîlopiyê li goristana bêkasan hate definkirin.
Cenazêy 2 jê jin 3 kesên ku li navçeya Sûrê ya Amedê di berxwedana xwerêveberiyê de di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan li goristana bêkesan a Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan hatin definkirin. 3 cenazeyên ku demeke dirêj e li Nexweşxaneya Selahattîn Eyyubî dihatin rawestandin bi çavdêriya tîmên taybet bi ambulansan anîn goristanê. Li vir piştî wecîbeyên olî ji aliyê mele û xebatkarên goristanê ve hatin definkirin. Deme cenaze dihatin definkirin tîmên tayet nehiştin kes nêzîkî goristanê bibin.
Li gorî agahiyên ku kesên cenaze definkirin cenaze nehatine parçekirine lê 2 cenaze nayên naskirin, cenazeyên ku nayên naskirin tê fêmkirin ku nekirin morgê û cenaze riziyaye.
Berê jî 11 cenaze hatibûn definkirin û ji wan 5 cenaze piştî testa DNA'yê ji wir hatibûn derxistin û ji aliyê malbatan ve hatibûn wergirtin.
2 cenaze li Sîlopiyê hatin definkirin
Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê jî 2 cenaze ji Saziya Tiba Edlî ya Xabûrê hate wergirtin û li taxa Yenîşehîrê li goristana bêkesan hate definkirin.
Li gorî agahiyên ku ji Şaredariya Sîlopiyê 2 cenazeyên ku hatine definkirin berî li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê hatin şuştin piştre jî ji aliyê xebatkarên Şaredariya Sîlopiyê û welatiyan ve anîn goristanê û hatin definkirin.
Nasnameyên cenazeyan nayê zanîn û li gorî agahiyên ku ji welatiyên cenaze definkirine hate wergirtin li ATK'ê otopsiya 40 cenazeyan temam bûye lê nasnameyên wan nehatiye diyarkirin, dîsa di nava du-sê rojan de 50 cenazeyên din jî binîn vê derê.
(zt)