Beyan Berwarî: Rêya rizgariya ji kirîzê kongreya navnetewi ye
15:33
JINHA
HEWLÊR - Li Başurê Kurdistanê hewildanên ji bo çêbûna kongreya navnetewî zêde dibin. Beyan Berwarî têkildarî mijarê got: "Pêwîste niha hemû pirsgirêkên şexsî û hizbî bên danîna aliyekî, xebat ji bo pêkhatina kongreya neteweyî bê kirin."
Li Başurê Kurdistanê her diçe piştgirî û daxwazên ji bo pêkhatina kongreya neteweyî zêde dibin. Bi taybetî piştî kûrbûna krîzên siyasî û aborî li Herêma Kurdistanê, êdî yekane rêya çareseriyê pêkhatina kongreya neteweyî tê dîtin. Endama rêveberiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Beyan Berwarî têkildarî giringî û pêwîstiya pêkhatina kongreya neteweyî nirxandin kir.
Beyan destnîşan kir ku tenê rêya rizgariya ji qirîza aborî û siyasî çêbûna kongreya navnetewiye û wiha got; “Ji bo rizgarbûna ji krîzên heyîn pêkhatina kongreya neteweyî giring e. Her wiha ji bo guhertinên di nexşeya siyasî ya Herêma Kurdistanê de û xwe amadekirina me ji bo rû bi rû bûna van guhartinan pêkhatina kongreyê giringe. Pêwîste niha hemû pirsgirêkên şexsî û hizbî bên danîna aliyekî, xebat ji bo pêkhatina kongreya neteweyî bê kirin. Ji ber heya niha Kurd nikarin weke netew çarenûsa xwe diyar bikin.”
(zt)