'Ji bo jiyanê' çu di 17 saliyê de li Sûrê nemir bû...
15:49
JINHA
AMED - Rozerin ji şîra Nazim Hikumet a 'Ji bo jiyanê' çu tevlî berxwedana Sûrê bû û piştî 6 mehan malbatê xwe gihand cenazeyê wê. Cenazê Rozerin Çukur a ku bi wênekêşa di destê xwe û kenê ser ruyê xwe di hişan de cîh girtî li gundê lê hatî dinê hat definkirin. Di dema definkirinê de bavê wê got: "Keça min li gund definkirin wesyetkiribû. Dîsan jî xwestibû li ser gora wê lênûsek bê danîn û her kesên hatin ser hestên xwe têde binivîsin."
Li navçeya Sûra Amedê di 8'ê çileyê de Rozerîn Çukur a 17 salî di berxwedana rêveberiyên xwecihî de jiyana xwe jidest da, piştî 6 mehan di testa DNA'yê de cenazeyê Rozerin ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê hat wergirtin û li gundê Herîdanê ya Pîrana Amedê hat definkirin. Li goristanê lorînên malbatên ku zarokên xwe di berxwedana Sûrê de windakirin, tilîliyên jinan û dirûşmên wekî "Bijî berxwedana Sûrê" û "Em dê bi berxwedanê bi ser kevin" bilind bûn. Darbesta Rozerin li ser milên jinan anîn li hemberî gund û li vir wecîbeyên olî pêk hatin. Piştre bi beşdariya bi sedan kesî cenazeyê Rozerînê birin goristanê û gora ku berî 5 mehat hatibû kolandin, bi diayan hat definkirin. Piştre wênekêşa ku li Sûrê pê wêne hatibûn kişandin danîn ser gora Rozerînê.
Dayik Fehrînaz Çukur a bi rojan ji bo cenazeyê keça xwe bigire dest bi greva birçîbûnê kir û di dema greva birçîbûnê de gotinên wê yên wekî "Dayikek ji bo keça xwe defin bike bi rojan dikare bisekine? Lê ez disekinim. Ez dixwazim cenazê keça xwe bigirim û defin bikim" di bîra raya giştî de mabûn. Piştî cenazeyê keça wê hat definkirin, gora keça xwe hembêz kir û zêbar lorand û pûşiya keça xwe li kêlê gora wê girêda.
Hevserka MEHADER'ê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku Rozerîn piştî 5 mehan hatiye definkirin û got ku ew sembola aştiya Kurdistanê ye. Dîcle aşkera kir ku dewletê rêgezên şer binpê kiriye û bi mehan nehiştiye cenaze bên definkirin.
Wekîla Koma HDP'ê çaglar Demîrel jî diyar kir ku Rozerîn li çiyayê Pîranê bûye evîndarê têkoşîna azadiyê û bi berxwedana Sûrê ve jî navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka Kurdistanê û dîroka cihanê nivîsandiye û wiha axivî: "Rozerîn pênûs û lênûska xwe wergirt û tevli berxwedana Sûrê bû. Bi berxwedana Rozerînê ve li hemberî berxwedana xwerêveberiyê tu rewabûna hikûmeta AKP'ê nema."
Demîrel got ku nasnameya Rozerîn Çukur ligel ku bi Ramazan Ogut re hatiye tespîtkirin jî nehatiye aşkerakirin bi vî yekê re jî dozgerê Amedê sûc dike û ev pêkanîna dewletê ya bi zanebûn e dê ber barê dozgerê Amedê de gilî bikin.
Bavê Rozerîn Çukur, Mustafa Çukur ê ku bi mehan ji bo ku cenazeyê keça wî bê dayîn têkoşiya, ji malbatên ku zarokên wan di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dan, kedkarên çapemeniyê û parlamenterên HDP'ê re ji ber ku ew tenê nehiştine spasiyên xwe kirin. Mustafa wiha got: "Dewlet her tiştî dizane yê tiştek ji bîr kir. Tişta ku dewletê ji bir kir çognedanîna malbatan e."
Mustafa bilêv kir ku piştî ku dewletê di salên 90'an de dewletê gundê Herîdanê talan kiriye bûye şahid ji ber vê yekê jî di dilê xwe de evîna azadiyê mezin kiriye û wiha axivî: "Wê demê çirûşkên berxwedanê kete dilê Rozerînê. Îro ew çirûsk bûye berxwedana dîrokî. Rozerîn dema ku ket Sûrê weke berxwedêrên çekdar neket hundir. Bi unîformaya xwe, pênûs û lênûska xwe ve kete Sûrê. Armanca wê şerkirina bi qatilên dewletê nebû. Hêza wê çi bû xwest wê bike. Dewlet beriya ku vê yekê bike amadekariya van qatlîaman jî kiribû. Dema ku qanûnên ewlehiyê derket ciwanan ev roj dîtin û heta dawî jî li ber xwe dan."
Mustafa ji ber ku gelê kur bi awayeke xurt xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derneketine gazinc kir û wiha got: "Dewlet bêrûmetiyê li ser gelê kurd ferz dike. Ciwanên me ev roj berê dîtin û biryara berxwedanê dan Lê gelê me nebûn hevparê vî berxwedanê. Ji bo ku bibin hevparê berxwedanê gelek caran bangawazî hatin kirin. Di mirina zarokên me de çiqas dewlet berpirsyar be, gazincên me yê ji bo gelê me jî ewqas mafdar e. Zarokên me mirin dîtin û ji bo berxwedanê çûn Sûrê. Zarokên me ji bo rûmeta gelê kurd li ber xwe dan, bêrûmetiya hate ferzkirin qebûl nekirin."
Mustafa bal kişand li ser nesamîmiyeta hikuteta AKP'ê ya ku guh neda hişyariyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Mustafa bilêv kir ku Sûrê bi Rozerin Çukurû Ramazan Ogut re cenazeyê Hakan Aslan ê jiyana xwe dest da jî hê nehatiye teşhîskirin û wiha axivî: "Em ê neynukên şehidên xwe jî nehêlin. Em ê xwedî li hemû şehîdên xwe derkevin."
Mustafa ajandaya Rozerin li ser wasiyeta wê danî li ser gora wê û xwest kesên li goristanê ne hestên xwe binivîsînin.
Piştî axaftinan helbesta "Ji bo jiyanê" a ku Rozerînê le Mala Piştevaniya Perwerdehiyê ya Amedê dema xwendibû, ji aliyê birayê wê Kurat Çukur ve hate xwestin. Piştî helbest hat xwendin kesên li goristanê ji bo malbatê sersaxî xwestin.
Ji bo Rozerînê dê li Mala Şînê ya Temîran sersaxî bên qebûlkirin.
(zt)