Kongreya Star: Qetilkirina Jinên Êzidî li Mûsulê hovîtiyeke mezin e
16:33
JINHA
QAMIŞLO - Kongreya Star têkîldarê qetilkirina 20 jinên Êzidî ên ku li Mûsilê bi destê çeteyên DAIŞ'ê pêk hatiye daxuyaniyek nivîskî weşand.
Koordînasyona Kongreyê Star têkîldarî hovîtiyê çeteyên DAIŞ'ê ên ku li Mûsilê hember 20 jinên Êzidî pêk aniye û qetilkirine daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya Koordînasyona Kongreyê Star de wiha hat gotin: "Hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê di derheqê jinan de li pêşiya çavên mirovahiyê didome. Bi êrîşa li ser Şengalê gelek jin kuştin, revandin û li bazaran firotin. Dixwazin bi vê yekê jinê ji baweriya wê qut bikin û baweriyeke din li ser ferz bikin."
'Jinên Êzidî li ber çavê mirovahiyê tên qetilkirin'
Koordînasyonê da zanîn ku armanc careke din jin kirine kole û kiryarên hov li ser dane meşandin û wiha hat gotin, "Tenê kesên ku ji mirovahiyê hatine bêpar in û wîjdanê xwe avêtine, dikarin wisa bikin. Di demên dawî de çeteyên DAIŞ'ê hovîtiya xwe zêdetir kirine. Herî dawî hejmareke jinên Kurd ên Êzidî xistin qefeseke hesin û bi awayekî hov ew şewitandin. Ev yek li ber çavên hemû mirovahiyê tê kirin. Divê hemû saziyên mafên mirovan li hemberî van kiryaran li wîjdanê xwe vegerin û li dijî van kiryaran helwesta xwe nîşan bidin."
Di dawiyê daxuyaniyê de êrîşên hember jinan bi tundî hat şermezar kirin û wiha domkir, "Em bi navê Kongra Star vê hovîtiya ku di derheqê jinan û bi teybet di derheqê jinên Êzîdî de tên kirin şermezar dikin. Em bang li saziyên mafê mirovan dikin ku bi rengekî cidî li ser vê yekê bisekine. Her wiha jinên Kurd û cîhanê bi yekdengî li dijî van êrîşan bertek nîşan bidin û têkoşîna xwe ya azadiyê bilidtir bikin."
(hs/rc)