Li Silopiya dayika 2 zarokan Ronahî hat girtin

17:13

JINHA

ŞIRNEX - Di serdagtirinên li Silopiyê de dayika 2 zarokan a bi navê Ronahî Tanriverdî, bi îdiaya "alîkarî daye rêxistinê" hat girtin.

Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê di saetên evarê de hêzên dewletê li taxa Yenîşehîrê di ser mala Tanriverdî de girt û dayika 2 zarokan Ronahî Tanriverdî hat binçavkirin. Piştî li dozgeriyê îfadeya Ronahî hat girtin, bi daxwaza girtinê şandin dadgehê û bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hat girtin û ew şandin girtîgehê.

(zt)